Li girtîgeha Îdirê 2 girtiyan dest bi grêva birçîbûnê kirin

Li Îdirê girtî Hogir Batû ev 65 roj in di grêva birçîbûnê de ye, diyar bû li eynî girtîgehê 2 girtiyên din jî dest bi grêva birçîbûnê kirin.

Hogir Batû ku dema êrîşên qirker ên li ser navçeya Mêrdînê Nisêbînê birîndar bûyî û cezayê girankirî yê heta mirinê lê hatî birîn, 23'yê Kanûnê ji Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî ya Nimro 1'ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S'yê ya  Îdirê bû. Li vir qerdiyanan êşkence lê kirin ku tazî ser wî seh bikin. Batû li dijî vê 24'ê Kanûnê dest girêva birçîbûnê kir. Batû di roja 4'an a çalakiyêde avêtin odeya bisingêr û qerdiyanan êşkence lê kir.

Di roja 65'an de Firat Gereklî û Mazhar Metîn jî li eynî girtîgehê dest bi grêva birçîbûnê kir. Gereklî û Metîn diyar kirin nameyan ji wan re naşînin, li odeyên dûr û yekkesî têne girtin, ji ber ku sewkî nexweşxanê kirin, 16'ê Sibatê dest bi grêva birçîbûnê kirin.

OHD'ê (Hiqûqnasên Azadiyê), banga li Wezareta Dadê ya Tirk kir ku dawî li binpêkirina bîne û got ew ê van rojên pêş serdana girtîgehê bikin.