Li Girê Spî teqînek mezin pêk hat

Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de teqînek mezin pêk hat.

Têkildarî sedemê teqînê heta niha ti agahiyek zelal nehatiye girtin, hate ragihandin kuştî û birîndar hene.

Li Girê Spî berî niha du rojan di navbera çeteyên Sûltan Mûrad, Feylaq el Şam û Ehrar el Şerqiye de şerekî dijwar qewimîbû.

Ji şerê berê cudatir di vî şer de hewan, doşka û çekên giran hatibûn bikaranîn.