Li Geverê notirvan bi çalakiyeke bombeyî hatin hişyarkirin!

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî notirvanan bi bombeyan çalakiyeke hişyarkirinê li dar xistine.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de hate ragihandin ku li taxa Gungor a Geverê 2 notirvan hatin tespîtkirin û 10'ê Kanûnê saet di 14:30'î de bi bombeya bi destan hate çêkirin çalakiyek hate lidarxistin.

Însiyatîfê diyar kir ku teqîna li nêzî avahiya notirvanan pêk hat, ji navenda sûkê û deverên gelekî dûr jî hate bihîstin û got, "Di encama vê çalakiyê de herdu notirvan bi hewldana polîsên dewleta Tirk ji apartmanê bi lez û bez hatin derxistin, li wesayitên zirxî hatin bicihkirin û ji herêma çalakiyê hatin dûrxistin."

Însiyatîfê ragihand ku polîsan piştî çalakiyê 'êrişeke giran' birin ser taxê û got, "Li hemberî polîsêna dewleta Tirk şeva heman rojê saet di 11:30'î de bi teqemeniyê çalakiyeke hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîsên dewleta Tirk bi tirs û panîkê sixêf li gel kir û bi panzeran li ber stranên nijadperestiyê heta serê sibehê li dewriyeyê geriyan."

Însiyatîfê diyar kir, ku çalakiya ji bo bîranîna Garîbe Gezer hate lidarxistin bi rengekî serketî pêk hat. Însiyatîfê ragihand, ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û li Kurdistanê dagirkerekî bi tenê nemîne wê çalakiyên xwe dewam bikin.