Li Geverê 26 jin hatin tacîzkirin

Li Geverê 26 jin, ji bo ku wêneyên wan bêyî destûra wan li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin, tacîz li wan hatiye kirin serî li ÎHD'ê dan.

Li navçeya Geverê ya Colemergê bi wêneyên 26 jinan hesabên qelp hatin veirin. Kesên ku ev hesab vekirin, her wiha peyamên tacîzê û gefxwarinê ji hesabê rastîn yê wan jinan re şandin. Ji 26 jinan hin jê hatin Şûbeya Colemergê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û ji bo ku pêvajoya hiqûqê derbarê bûyerê dest pê bike serlêdan kirin.

Endama Desteya Rêveber a ÎHD'ê Pinar Şem têkilî rûdanê daxuyanî da. Şen diyar kir li Colemerg û navçeyên wê jin dibin hedef û mafê jiyana taybet tê binpêkirin. 

Şen got, ''Jinên ku serlêdan kirin diyar kirin herî dawî 22'yê Çileya 2022'an li ser bernameyeke medyaya dijîtal bi navê wan hesabên derehxlaqî hatine vekirin. Li ser van hesaban wêneyên wan bêyî destûra wan hatiye parvekirin. Serlêdaran gotin vê ziyana manetewî daye awn û pir tesîrê li ser jiyana wan a civakî kiriye.''

Şen diyar kir wêneyê 26 jinan bê destûr bi nav û paşnavê wan hatiye parvekirin, ev jî di şexsê wan jinan de êrîşek li rûmeta jinên herêmê ye. Şen her wiha diyar kir ew ê li dijî vê bi destpêkirina pêvajoya hiqûqî têbikoşin.