Li Geliyê Mûnzûrê agir bi daristanê ket

Li qada daristanî ya Geliyê Salê ya Geliyê Mûnzûrê şewat derket.

Li Dêrsimê agir bi daristanên Geliyê Salê ya dikeve Geliyê Mûnzûrê ket.

29’ê Tebaxê şewata daristanê li Kaniya Firtina Velî ya Geliyê Mûnzûrê destpêkiribû û agir belavî Geliyê Salê bibû. Li gorî agahiyên hatinî bidest xistin, di saetê siharê li Geliyê Salê şewatek din a daristanê destpêkiriye. Hat zanîn ku heya niha ti destverdanek ji bo vemirandina agir çênebûye.