Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê jin li qadan bûn-NÛ BÛ

Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, li gelek navendên Başûrê Kurdistanê jin bi rengên cihê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Mîna her derê li gelek navendan jî jin li Başûrê Kurdistanê daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.

HELEBÇE

Li navçeya Kelar endamên Komeleya Afretên Kurdistan ya ser bi Hizba Komunîst, bi boneya 8’ê Adarê şîrînahî li ser jinan belavkir.

8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanê, bi çalakiyên cûrbecûr tê pîroz kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî jin bi çalakiyên cûrbecûr 8’ê Adarê pîroz dikin.

Bi vê boneyê endamên Komeleya Afretên Kurdistan ya ser bi Hizba Komunîst, belavok û şîrînahî li ser jinên karker belavkir.

JINAN ŞITIL ÇANDIN

Bi boneya 8’ê Adarê jinan li ber derê zanîngeha Helebceyê, şitlên daran çandin. Jinan diyar kir ku kesên tundûtujiyê dikin tên berdan, ji ber wê jî tundûtujî zêde dibe.

Bi vê boneyê endamên jin yên Rêxistina Nu ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafê Jinan, li ber derê zanîngeha Helebceyê şitlên daran çandin.

Jinan beriya dar çandinê daxuyaniyek xwendin û gotin; “Tundûtujiya hemberî jinan û binpêkirinên eşkere yên mafê mirovan zêde bûye. Bi awayek eşkere tundûtujî tê kirin, ji ber ku ceza nadin kesên sucdar, tundûtujiya ser jinan jî zêde dibe.”

ŞENGAL

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi sedan jinên Şengalê berê xwe dan Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê ku pîrozbahî lê tê lidarxistin.

Şahiya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê organîzekirin, saet di 13.00’an de li ketina Geliyê Kersê heta cihê pîrozbahiyê bi meşekê destpê kir.

Piştî meşa ku bênavber dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin, bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dom kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û rêxistinên jinan daxuyanî hatine xwendin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.

Piştî peyam û axaftinan wê koma Hêviyên Jinên Şengalê, Koma Şano, Koma Govendê û komên cuda derkevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin.

KOYÊ

Bi boneya 8’ê Adarê beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî a zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re, derbarê yasayên taybet ên derbarê jinan de panelek pêşkêşkir.

Li beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî a zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re panelek derbarê jinan de hate dayîn.

Destpêkê serokê Zanîngeha Koyeyê Dr. Welîd Mehmud axivî û behsa rola jinan ya di xebat û têkoşînê de kir. Mehmud got; “Xebata jinên Rojavayê Kurdistan ya li hemberî çeteyên DAÎŞ, bûye sembola parastinê. Şehîdan vê xebat û têkoşînê ji bo ku jin bibin xwedî maf kirin.”

Dr. Seyfedîn Mihemed jî axivî û behsa astengên li ber yasayên Herêma Kurdistanê kir. Seyfedîn da zanîn ku heya radeyek yasa girîngî daye jinan, lê pirsgirêk bicihkirine.

Endama Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Fênik Şefîq jî li ser armanca panelê ji Rojnews re axivî. Fênik destpêkî got ku divê yasayên taybet girêdayî jinan, werin sererast kirin û wiha pêde çû; “Li gorî daneyan, di sala borî de 35 jin hatine kuştin, 38 jinan xwe kuştine û 67 jinan jî xwe şewitandine. Herwiha hear û 370 gilî hatine kirin.”

Endama Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman Dilxwaz Ebdula jî got; “Komek sedem hene ku jin nekaribin weke pêwîst di saziyan de bibin xwedî biryar û rêveberiyê bikin. Sedema herî sereke jî, çanda civakê û zilamsalariye. Sîstema siyasî jî sedemek din ya paşguhxistina jinane.”

ÇEMÇEMAL

Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û rizgarkirina Çemçemal ya ji rejîma Baasê, ji aliyê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Çemçemalê ve şahiyek hate lidarxistin.

Di merasîmê de tevî serokê Desteya Walitiya Silêmaniyê û berpirsên herêma Çemçemal, gelek welatî jî amadebûn. Herwiha pêşangehek şêwekarî jî hate vekirin.

Hunermend Aware Kerkûkî ku tevlî pîrozbahiyê bû, 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd pîroz kir. Hunermend Hikmet Hindê jî got ku jinên Kurd weke zilamên Kurd, tevlî xebatê bûne û îro jin li Kurdistanê mamosta, endezyarin. Divê rêz li jinan were girtin.

KELAR

Li navçeya Kelar ya ser bi Germiyan, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna dijî Tundûtujiya dijî Jinan ya li Germiyan, bi boneya 8’ê Adarê panelek sazkir.

Berpirsa Sentera Pane, Viyan Sabir di panelê de axivî û destpêkê behsa tundûtujiya ser jinan kir. Viyan Sabir got; “Sedema tundûtujiya ser jinan, zewaca bi zorê, destdirêjiya derûnî û êrişên zayendîne. Ev sedemane jî metirsiyên mezinin ji bo jinan.”

Mamosta Kerîm Medhet jî di panelê de axivî û da zanîn ku tundûtujiya di malbatê de, dibe sedem ku ji derve jî tundûtujî dewam bike. Li gorî Kerîm di malbatê de tundûtujî ji bapîr, bav û derbazî kuran dibe û vê jî weke çavlêkirinê pênasekir. Kerîm got; “Yên berê çikiribûn, ciwanên vê serdemê jî heman titş dikin. Ev jî dibe sedema zêdebûna tundûtujiyê. Zarok di malê de li bavê xwe temaşe dike, bav çawa danûstandinê bike, zarok jî dema pêş heman tişt dike. Em dibînin mamosta çawa cûdahiyê dixe nava keç û xortan. Zêdetir alîgirên zilamin, ev jî dibe sedem ku cûdakarî derkeve holê. Perwerdekirina ne tendurist yek ji sedemên din ên zêdebûna tundûtujiyê ye.”

Di heman panelê de Dr. İdrîs Mihemed jî nêrîna xwe anî ziman û got; “Ji bo çareseriya pirsgirêkê, erkek mezin dikeve ser ragihandinê. Ji bo vê pêwîste bernameyên taybet û sîstemek taybet di televziyonan de hebe. Mamostayên olî jî dikarin bi rêya peyamên xwe civakê hişyar bikin û metirsiya ser zêdebûna tundûtujiyê belav bikin. Divê rêxistinên jinan û aliyên siyasî jî peyamên hişyariyê belav bikin.”

QENDÎL

Li Binarê Qendîlê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê bi pîrozbahiyek girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de 8’ê Adarê li tevayî jinan hate pîrozkirin, peyamên KJK, RJAK û Tevgera Azadî hatin xwendin. Hate gotin ku wê jin bi berxwedana xwe sedsala 21’an bikin sedsala jinê.

Piştî saetên nîvro li Binarê Qendîlê bi amadebûna bi sedan jinên deverê 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Li cihê pîrozbahiyê alên PKK’ê, KCK’ û wêneyên şehîdan hatibûn hildan, her wiha pankartên li ser nivîsandibûn, “Şoreşa Başûr şoreşa jine” hatin vekirin.

Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre li ser navê Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadî peyam hatin dayîn.

Di peyaman de 8’ê Adarê li tevayî jinên Cihanê û jinên Kurd hate pîrozkirin û hate gotin; “8’ê Adarê li Rêber Apo ku hevrêyê dilsoz ê doza jinê ye pîroz dikin. Ew take rêbere ku jinê ji koletiyê rizgarkiriye û kiriye xwediyê fikir û ramanê. Em di kesayeta Leyla Guven de tevayî jinên girtî yên di jêr sîstema faşizma Tirk de li berxwe didin silav dikin, her wiha di kesayeta Zeyneb Celaliyan de tevayî jinên di girtîgehên rejima Îranê de têkoşîn dikin, silav dikin û cejna berxwedaniyê li wan pîroz dikin.”

Di peyaman de daxwaz hat kirin ku jinên Kurd têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê û hişmendiya zilamsalariyê hîn xûrtir bike û bigihîne serkeftinê.

Her wiha hate diyarkirin wê jin bi berxwedana xwe sedsala 21’an bikin sedsala jinê. Daxwaz hate kirin jin xwe hîn zêdetir şiyarkin, zanatir bikin û xwe birêxistin bikin.

Piştî peyaman Gruba govendê ya Destîna Qendîl, Koma Şanoyê ya Kelarê, Hunermend Tara Resûl derketin ser dikê, bi huner û stranên xwe coş dan pîrozbahiyê.

Di dawiyê de jî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” pîrozbahî bi dawî hat.

MEXMÛR

 

Li Navenda Çand û Hûner a Mexmûr a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi kombûna jin, xwendekar û xellê Mexmûrê re 8’ê Adarê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdê şoreş û azadiyê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî. Tok di serî de 8’ê Adarê li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê pîrozkir û got: “Roja 8’ê Adarê rojek ya têkoşînê ye û rojek herî binirxe ji bo me. Îro pêwîste em xwedî li keda jinê derbikevin. Tevgera azadiyê Tevgera jinê ye. Em ê heta dawî li kêleka tevgerê li ber xwe bidin. Em weke jin minetdarê Rêber Apo ne.”

Tok diyar kir ku tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got: “Her wiha tecrîdek girankirî li ser Rêberê me jî heye. Ji ber ku xwediyê kedê Rêber Apo ye, niha êrîşên herî mezin li ser tê meşandin. Ji bo azadiya Rêber Apo erka herî mezin li ser milê jinan e. Pêwîste jin li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîna heyî hîn mezintir bikin.”

Piştî axaftina Fadîle Tok bernameya pîrozbahiyê bi koma mûzikê ya Kevana Zêrîn, koma dayîkên dengbêj ên herêma Colemêrgê, Hunermendê ji Başûr hatî Berhem Şemamî, şano, koma mûzîkê ya Weqfa Jin, Koma Govendê ya Kevana Zêrîn berdewam kir.

Meclîsa Îştar di dawiya şahiyê de ji bo Hunermend Berhem Şemamî û çalakvanên gireva birçîbûnê diyarî dan.

Çalakî bi gerandina govendê dawî bû.

SILÊMANÎ

Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Şidet û Dagirkeriyê bi boneya 8’ê Adarê li Silêmaniyê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi nîşandana şano û peyaman 8’ê Adarê li tevayî jinên kedkar pîroz kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Şidet û Dagirkeriyê di saetên êvarê de li Cadeya Saholeke ya Silêmaniyê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de gelek jin amade bûn. Di çalakiyê de gelek pankartên têkildarî 8’ê Adarê hatin hildan.

Di çalakiyê de li ser navê Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Şidet û Dagirkeriyê Kejal Heme Reşîd daxuyaniyek da û got; “Em jin çiqas şiyar û birêxistin kirî bin, em ê hîn zêdetir bikarin ji bo pêkanîna aşitiyê, wergirtina mafan li ber xwe bidin û lidijî dagirkeriyê rawestin. Wê êdî ti tiştek nikaribe li pêşiya hewildanên me bibe asteng.”

Piştre bi nîşandana şanoyekê îşaret bi bargiranî û şideta li ser jinê hate kirin. Çalakî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

KERKÛK

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê jî bi pêşengtiya RJAK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi daxuyaniyekê hate pîrozkirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Dem dema parastina jin azad û civakê ye’ ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Piştî daxuyaniyê li ber stranan govend hate gerandin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.