Li Farqînê qadên jiyanê tên tinekirin

Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn destnîşan kir ku li kuçeya Tekelê ya navçeya Farqîn a Amedê darên li Baxçeyên Ziraatê tên birîn û got, tê xwestin ku li Farqînê hemû qadên jiyanê bên tinekirin.

Li Baxçeyê Ziraatê yê Kuçeya Tekelê ya Farqînê zêdetirî meheke ku ji aliyê hin kesên  nasnameya wan nediyar û ne ji herêma Amadê ne ve gelek dar ji kokê xwe ve hatine birîn û jêkirin. Baxçeyê Ziraatê di warê dîrokê de cihekî xwedî nirx e, ne tenê Baxçeyê Ziraatê hema bêje hemû deverên şîn ên li Farqînê bi hinceta ewlehiyê ji aliyê dewletê ve tên birîn û yek bi yek xwezaya Amedê tê wêran kirin. Endamê Komleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘QADÊN HEVPAR YÊN JIYANÊ TINE DIKIN’

Sezgîn diyar kir ku li seranserî Kurdistan û Tirkiyê bi heman armancê xweza tê wêrankirin û talankirin. Sezgîn da zanîn ku du armancên sereke ji wêrankirina xwezayê hene û wiha axivî: “Li aliyekê ji bo aboriya xwe pêş bixe xwezayê wêran dikin û li aliyê din sereke bi hinceta ewlehiyê xweza û dîroka Kurdsitanê wêran bikin. Dîsan mirov dikare vê wêrankirinê di sê xalan de bine ba hevdû wiha rêz bike, ‘Dîrokî, Aborî û siyasî’. Li Rojhilata Navîn tê xuyakirin ku şer û pevçûn naqedin û bi hinceta şer dê xwezaya Kurdistanê jî wêran bikin. Li Kurdistanê dixwazin hemû qadên hevpar yên jiyanê tine bikin û li dewsa qadên şîn qadên beton ava bikin.”

‘QIRKIRINA XWEZAYÊ’

Sezgîn anî ziman ku demek dirêj e li Farqînê dar tên birîn û got: “Li seranserê Farqînê birîna daran hatiye destpêkirin. Birîna daran ne tenê li nava navçeyê li deşt û çiyayan jî hatiye destpêkirin. Bi taybet zêdetirî meheke li Baxçeyê Ziraatê yê taxa Tekelê birîna daran ji kokê wan de hatiye destpêkirin û kesên daran dibirin jî li ser kokê wan axê diavêjin li ser. Di sala 2013’an jî li qada daristanê nêzî YÎBO’yê gelek dar bi heman armancê hatine jêkirin. Dema ku daran jêdikin li ser koka daran agir berdidinê û bi vî awayî qirkirina xwezayê pêk tînin.”
 
‘FARQÎN BÛYE BETON’
 
Sezgîn bilêv kir ku ji ber qirkirina xwazayê her derê Farqînê bûye beton, tenê Baxçeyê Ziraatê wekî şênahî mabû, lê mixabin ew jî roj bi roj ber bi tinebûnê ve diçe. Sezgîn bi bîrxist ku ne tenê xweza tê wêrankirin, dîroka navçeyê jî ji holê tê rakirin. Du avahiyên kevnar û dîrokî yên ji beriya 2000 sal in hatiye çêkirin ji aliyê qeyûmê AKP’ê ve tene xerakirin. 

Sezgîn got, qeyûmê AKP’ê beton li ser Kaniya Dergeh ya dîrokî jî rijandiye û wiha axaftina xwe dawî kir: “Dewlet ne tenê wêran kirina xwezayê daniye ber xwe, her wiha çand û dîroka Kurdistanê jî dixwaze wêran bike û qadên jiyanê li gelê herêmê teng bike. Divê li her alî gel li hember vê derkeve û komkujiya li dijî xweza, çand û dîroka xwe qebûl nekin.”