Li Ezazê teqîn: Serçete Ebû Elmot mir - NÛ BÛ

Li Ezazê ku ji aliyê dewlet û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin, beriya bi saetekê teqînek pêk hat.

Li nuqteyeke koma çete ya bi navê Tûgayên Sûltan Mûrat, bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek hate kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de fermandarekî payebilind ê Tûgayên Sûltan Mûrat ê bi navê Ebû Elmot mir, gelek çete mirin û birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî gotin, li cihekî bi 300 metreyî dûrî cihê teqînê, nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker jî heye.