Li Ezazê şerê navxwe yê çeteyan giran bû

Li Ezazê, ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, şerê ku di nav komên çete yên bi ser du êlan ve, ku Şemiyê dest pê kiribû, girantir bû.

Gelek malbat ji kampa Suco, ku şer lê dibe derdikevin, dewleta Tirk jî bi wesayitên zirxî çû kampê û hewl da ku malbatan asteng bike.

Li gel vê jî hin malbatên ku ji kampê derketin xwe li gundên Bab El Selame û Suco girtin.

Li gorî agahiyên xwecih Şemiyê, êvarkî du komên çete yên bi ser êlên Şehadet û Hasesne ve şerê hev kirin. Diyar bû ku polîsê leşkerî yê ku dewleta Tirk li herêmê ava kirî, koma çete ya bi navê Ahrar Şarkiye ji şer berpirs dît û ji vê koma çete dest bi destgîrkirinê kir.

Li kampa Suco ya li Ezazê, gelek malbatên wan çeteyan hene ku ji qadên weke Dêrezorê reviyabûn, her wiha malbatên ku ji Şehba, Til Rifatê û herêmên din reviyabûn jî li kampê dimînin.

Di şer de, ya roja Şemiyê, zarokekî bi navê Mustafa Muhammed Necar hatibû kuştin.