Li Erzirom û Bedlîsê 20 kes hatin destgîrkirin

Li Erzirom û Bedlîsê polîsan bi ser gelek malan de girt û 20 kes destgîrkirin.

Li Tekman a Erziromê polîsan bi ser malan de girt, Abdulselam Demîrkaya, Cemal Akal, Nacî û Nasir Sarikan destgîrkirin. Di operasyona li navçeya Qereçobanê de jî Nevzat Aslan, Gazî Guneş, Okan û Nazî Beyazdûman, Abdullah û Firat Şeker, Ahmet Yigît û Cengîz Atmaca hatin destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin birin navenda bajarê Erziromê.

BEDLÎS

Polîsan li naveçya Xelat a Bedlîsê jî bi ser malan de girt, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr yê HDP’yî Nîhat Çaglayan jî nav de 8 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Navçeya Xelatê.

BI SEDAN KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Wezareta Navxweyî ya Tirk Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê dagirker, serî de li Amed, Wan û Merdînê jî navde li 29 bajaran şevê din herî kêm 418 kes hatibûn destgîrkirin.