Li Elmanyayê salvegera avabûna PYD’ê hate pîrozkirin

Salvegera avabûna PYD’ê ya 16’emîn li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê Nûnera PYD’ê ya Stûttgartê Abdîn Reşît hate kirin.

Piştre jî nûnera PYD’ê ya li Ewropayê Zozan Rojava axivî.Rojava diyar kir ku PYD di bin şertên giran de hatiye avakirin û got ku “Îro faşîzma AKP û MHP’ê êrîşî Rojava dike. Li Tirkiyeyê şaredarî hatin desteserkirin lê divê Erdogan û hemû dinya bi vêya baş bizanibe ku ew çiqasî êrîşan bike jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Nûnerên Partiya Yekîtiên Kurd a Sûriyeyê û Partiya Goranê jî banga yekîtiyê kirin.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser dîroka PYD’ê jî hate nîşandan.