Li Elmanyayê doza ‘Bijî Serok Apo’

Di sala 2017’an de li bajarê Braûnschweîgê yê Elmanyayê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hatibû lidarxistin. Derbarê vê çalakiyê doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê dest pê kir.

Rûniştina doza ku Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer lê tê darizandin di 18’ê Adarê de li dadgeha herêmî ya Braûnschweîgê dest pê kir. Tahîr Koçer û parêzerê wî Dundar Kelloglû di rûniştinê de amade bûn.

Di 20’ê Cotmeha 2017’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hatibû lidarxistin. Bi hinceta ku wêne û sloganên ‘qedexe’ hene doz hatibû vekirin. Di çalakiyê de polîsan xwestibûn girse alayan deynin û gefa mudaxelekirinê kiribû. Lê çalakger gefên polîsan qebûl nekiribûn.

Koçer di çalakiyê de diyar kiribû heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan bidomin.

Endamê Rêvebir ê Federasyona Kurdistaniyên Demokratîk ên Bakurê Elmanyayê Letîf Karakaş beriya rûniştinê li eymana dadgehê got ku “Hikumeta Elmanyayê hevalên me yên çalakger didarizîne. Ji bo çavtirsandinê nameyan ji wan re dişînin. Dixwazin me ji doza me dûr bixînin lê doza me, ji bo me pîroz e. Em xizmeta gelê xwe dikin.”

Dadgehê rûniştin taloqî 26’ê Adarê kirin.

Piştî rûniştina dozê Tahir Koçer got ku “Heta niha sê rûniştin hatin kirin lê ji nav meseleyê derneketine. Em ê cezayekî biçûk jî qebûl nekin. Cezayê ji ber sembolan nayê qebûlkirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”