Li Elmali ya Antalya êrîşekî nîjatperestî li ser karkerên demsalî pêk hat

Li navçeya Elmali ya Antalya komeke ji 300 kesî pêk dihat, êrîşeke nîjatperestî bire ser karkerên çandiniyê ya demsalî. Ji ber êrîşê malbat Kurga ya Mêrdînî neçar ma gund terikandin.

Karkerên çandiniyê yên demsalî yên li gundê Bayrala a navçeya Elmali ya Antalya, komeke 300 kesî yên nîjatperest du roj in, êrîşên û gefan li wan dikin. Piştî van gefan karker neçar man ku gund biterikînin.

Servet Kurga ê li ser mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî diyar kir ku 2 roj in, komeke nîjatperest êrîşî wan dike û got: “Duh şev saet 00:00’an êrîş anîne ser me. Bêfil û perasûyê karsazê me şikandin. Ji bo me jî gotin; ‘Hûn Kurd in, li ser axa me biçin’. Îro jî hatin êrîşî me kirin. Niha di bin çavdêriya jendermeyan de ji gund derdikevin. Me tiştekî xwe negirtiye. Niha diçin gel xizmên xwe yên li Elmaliyê.”

Ji ferdên malbat Kurga ya ku li Îzmîrê dijîn Mûstefa Kûrga jî diyar kir ku piştî 4 saetan karîne xwe bigihînin malbata xwe. Mûstefa got: “Niha di bin çavdêriya jendermeyan de malbata min ji gund hatiye derxistin. Wê biçin gel xizmên me. Zarok jî di nav de 16 kes hatin veguhestin. Ji jiyana malbata xwe bi fikar im.Hê jî fikarên min hene.

Dema êrîş birine ser malbata min jenderme hatine gotine tiştek ji destê wan nayê. Ji bo ewlehiya canê we vi biterikîin. Komê ji bo malbata min gotiye; ‘Hûn Kurdin em Kurdan naxwazin. Em heta sibe şev wext didin we. Sibe şev ji Elmaliyê derkevin, an jî em we bi malbat ve bişewitînin.’ Îro jî hatin dubare êrîş kirin. 2 caran êrîş kirin. Ev kes gundî ne lê ji bo xwe dibêjin ‘ulkucu’. Keyeyê gund van sor dike. Dibêjin ‘Ew ê ji vi biçin’. Malbata min gund terikandin.”