Li Efrînê teqîn: Herî kêm 11 çete hatin kuştin

Li kolana Vêlat a Efrînê û li gundê Tirindê teqîn pêk hat. Li gundê Tirindê di teqînê de herî kêm 11 çete hatin kuştin, zêdeyî 20 çete birîndar bûn.

Li kolana Vêlat a li navenda bajarê Efrînê berî çend deqeyan teqînek pêk hat.

Li gundê Tirindê, bi wesayita bombebarkirî li dijî çeteyên Cebhe El Şamiye çalakiyek pêk hat. Hate ragihandin ku di çalakiyê de herî kêm 11 çete hatine kuştin, zêdeyî 20 çete jî birîndar bûne.

Der barê teqîna li kolana Vêlat agahiyên berfireh nehatin wergirtin.