Li Efrînê sûcdarên şer di hedefa YPG-YPJ’ê de ne!

Li Efrînê vê heftiya dawî şervanên YPG-YPJ’e li dijî dagirkerna 8 çalakî kirin. Hate ragihandin di çalakiyan de gelek dagirker hatine kuştin.

Piştî dagirkirina Efrînê artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê, zilm û zordariya li ser şêniyên Efrînê dikin. Şervanên YPG/YPJ’ê jî çalakî li ser çalakiyan li dijî noqteyên artêşa Tirk û çeteyên wê pêk tînin. Diyar bû şervanan di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de di nava hefteyekê de 8 çalakiyên bibandor pêk anîn.

Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê polîtîkayên guherandina demografîk li Efrînê dike, her wiha polîtîkaya dizî, talan, revandina mirovan, îşkence, zilm û zordariyê jî li ser gelê Efrînê dikin . Artêşa Tirk û çeteyên wê herî dawî jî dest bi şewitandina zevî, bax û baxçeyên welatiyan kir. Beranberê van kiryarên kirêt şervanên YPG/YPJ’ê di çerçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de çalakiyan li dijî çeteyan pêk tînin.

Şervanên YPG'ê li Efrîn û navçeyên wê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyên bibandor pêk tînin. Li gorî agahiyên ji şervanan hatine girtin, di nava hefteyekê de 8 çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Hat gotin ku di encama van çalakiyan de gelek çete hatine kuştin û hejmarek zêde birîndar bûn.

ÇALAKIYÊN ŞERVANAN

Di şeva 13’ê Hezîranê de li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên navçeya Şêrawa de, şervanan erebeyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet El-Hemze hedef girt. Di encamê de erebe tevî 3 çeteyên tê de bûn, hate rûxandin. Di vê çalakiyê de çeteyên bi navê Mistefa El-Ebdela, Mihemed Xalid El-Mehmûd (Cebel Zawiye) û Ehmed Ebu Cerrah hatin kuştin. Çavkaniyên YPG'ê li Efrînê ragihand ku çeteyên navborî yên herî zêde zilm û zordarî li welatiyên Efrînê dikirin.

Di roja 14’ê Hezîranê de yekîneyeke din a şervanên YPG/YPJ’ê piştî şopandin û lêkolînê, yekîneyeke artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Xalta yê navenda bajarê Efrînê sekinîbûn, hedef girt. Di vê çalakiyê de erebeyeke leşkerên Tirk hate îmhakirin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê erebeyeke zirxî ku xwest destwerdanê bike, ji aliyê yekîneya şervanan ve hate hedefgirtin. Ev erebe jî tevî çeteyên tê de hate rûxandin. Hejmara çeteyên di seyareyê de hatin kuştin nehat zelalkirin.

2 HEZAR Û 479 LEŞKER Û ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyên fermî yên QSD’ê, hejmara artêşa Tirk û çeteyên wê yên hatine kuştin gihaştiye 2 hezar û 479'an.

Li gorî agahiyên ji fermandareke YPG/YPJ'ê yê Efrînê hatiye wergirtin, ew ê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê bidomînin.