Li Efrînê nasnameya dagirkeriyê û dagirker derkete holê

Dewleta Tirk li Efrinê li qadên ku dagir kiriye, nasname û kartên endamtiyê yên bi alayên Tirk da 'karmend' û 'sîxûrên' xwe.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê û Rojava li deverên ku dagir kiriye nasnameyên xwe dide.

Jêderên xwecih dibêjin kartên nasnameyê yên bi alayên Tirk ku hêleke wê bi Erebî û hêla dî bi Tirkî ye, li saziyan didin kesên ku xizmet ji dagirkeriyê re kirin û sîxûran.

Yek ji van kartan jî li Cindirêsê ya dagirkirî hate dîtin. Li ser vê kartê ku tê fêhmkirin a endamtiya ''Meclîsa Mehelî ya Cindirêsê' ye, alaya Tirk li ser e.

Dewleta Tirk li deverên ku dagir kiririye, ji bo dagirkeriyê hêsan bike hewl dide. Rejîma Enqerê ji hêlekê ve şêniyên herêmê bi rengekî sîstematîk ji xaka wan qut dike, li hêla dî jî bi çete û malbayên ku ji derve anîne, li sazî û malên desteserkirî bi cih dike.

Adarê, di hin nûçeyên medyaya Tirk de hesabê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp ku tayînkirina waliyan a ji bo Efrînê û deverên dî yên dagirkirî hatibû destnîşankirin. Di hilbijartinên dawî yên Tirkiyê de sûcdarî hatibûn kirin ku kartên nasnameyê dane Sûriyeyiyan û kirine ku dengê xwe bidin.