Li Efrînê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Êzidî û Efrîniyan

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Efrînê her roja diçe zêdetir dibe. Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên revandin, talan, qetilkirin û êşkencekirina li ser sivîlên Efrîn û dîsa civaka Êzidî bê navber didomin.

Gelê Efrînê bi taybet gelê Êzîdî tu carî xeyal nedikirin ku ewê ji cih warê xwe derkevin û koçberî deverên xerîb bibin. Li Sûriyeyê bi giştî tenê herêma Efrînê bi ewle bû, lê piştî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku 20’ê Adara 2018’an bi awayekî hovane û nîjadperestî êrîşî Efrînê kir bû herêmeke cihê tirsê. Di êrîşa li dijî Efrînê de hejmareke pir mezin ji jin, zarok û kal mirin. Bi hezaran ji gel neçar man ku ji gund û malên xwe derkevin. Li dijî gelê Êzidî kiryar û êşkenceyê giran hate kirin. Kiryar û êşkenceyên dewleta Tirk û çeteyên wê li gelê Êzidî dikir dişibin kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şengalê pêkanîbûn.

LI EFRÎNÊ HEBÛNA KURDÊN ÊZIDÎ

Li gor agahiyên ji yekîtiya gelê Êzîdî ya Efrînê hatine girtin xuya dike ku Kurdên Êzidî ji dîroka danasîn de li Efrînê ne, her wiha cihên kevnar û cihên dîrokî yên pîroz xuya diyar dike ku ev ax ji dema danasîn de axa Kurdan û Êzidiyan e.

Weke ku li cihên olî dîrokî hate dîtin ku gelek şikeft di çiyayan de heye mirovan di dîroka berê de afirandî ji bo ku cihê hene xuya dike ku Êzîdî berî her kesî di wir de hebûn.

LI EFRÎNÊ CIHÊN GELÊ ÊZIDÎ Û GUNDÊN WAN;

1- Navçeya Şêrewa ‘Çiyayê Lêlûn’;

‘Îska, Şadêrê, Gezwiyê, Birc Ebdelo, Eyndara, Tirndê, Qîbarê, Kîmarê, Basûfan, Beîyê’

2- Navçeya Şera ‘Şikak’;

‘Qitmê, Sînka, bafilyon, Qestel Cindo, Elî Qîna’

3- Navçeya Cindirêsê;

‘Feqîra, Qijûma, Qîlê, Aşkê Şerqî, Çeqela, keferzîtê û navenda navçeya Cindirêsê’ her wiha navenda herêma Efrînê.

ZIYARETÊN OLÎ YÊN ÊZIDIYAN LI EFRÎNÊ

Li gor agahiyên yekîtiya Êzidiyên Efrînê hatî girtin hate xuya kirin ku 19’ ziyaretên Êzîdiyan di Efrînê hene, nav û cihên wan;

1-Barsa xatûn ‘Qestel Cindo’

2-Şêx Hemîd ‘Qestel Cindo’

3-Şêx Gerîb ‘Sînka’

4-Cebel Xan ‘Qîbar’

5-Melek Edî ‘Qîbar’

6-Şêx Cinêd ‘Feqîra’

7-Hogir ‘Qere Cirnê’

8- Şêx Berekt ‘çiyayê Şêx bereket’

9-Şêx elî ‘Basûfan’

10-Şêx Rekab ‘Şadêrê’

11-Şeref Dîn ‘Bafilyon’

12-Bîla Menan ‘Kefercenê’

13-Bîr cafîr ‘cafer, Meşalê li kêleka ziyareta henan’

14-Birc Cindî ‘Qîbar’

15-Ziyareta Hucre ‘Qîbar’

16-Şêx abdulqadêr ‘Tirindê’

17-Şêx Keras ‘Dêr Belût’

18- Ziyareta Ebû Keebê ‘Gundê Ebû Keebê’

19-Şêx qesab ‘Birc Qas’

Ziyaretên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine hedef girtin;

- Ziyareta Şêx Elî li gundê Basûfanê hate vala kirin û tiştên di hundirê wê hatin xera kirin her wiha rûmeta gelê Êzîdî dilîstin.

- Ziyareta Şêx gerîb ya li Gndê sînka li nacçeya Şera hate rxandin.

- Ziyareta Qere Cirnê yê nêzî navçeya Meydankê hate ruxandin

- Ziyareta Melek Edî li Gun Qîbarê hate Ruxandin

- Ziyaretên Êzîdî yên Gundê Qestel Cindo hatine ruxandin ‘Ziyareta Barsa Xatûn, Ziyareta Şêx Hemîd’

- Her wiha di navenda herêma Efrînê de navenda yekîtiya Êzîdiyan ya Çandî û civakî hate xerakirin, û peykera Nebî Zeredeşt û qubeya laişê hate ruxandin, yê ku dîroka xwe vedigere 1300 sal berê zayînê.

Di dawîya sibata 2018’an de balafirên şer yên dewlta Tirk cihê Eyn dara mîr ziyareta Şêx Cinêd û Abdulrehman li Qundê Feqîra hedef grtin.

Ziyareta Henan li gundê meşalê hate ruxandin.

Her wiha dest dan ser ziyareta Êzîdî ya herî mezin di Sûriyê de ya ku li ser çiyayê Şêx Bereket yê ku Darit Ezê jê ve tê xuya kirin, her wiha dewleta tik ew cih kir cihê kontrolê, û guhartina rengên cihên êzîdî û rengên cihê Îslamî ya olî lê didin.

Kuştin û revandina gel û njadperestî di dema dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê;

Hemwelatiyên bi navê Ebdo Hemû Fûad û Fûad Hiso Ebdo Nasir ji Gundê Qîbarê di dîroka 24’ê Adara 2018’ an de bi mayînan ku ji aliyê çeteyan ve di malên wan de hatibûn danîn hatin hedef girtin. Piştî ku cenzeyên wan hatin veşartin bavê Fûad Ebdo ya bi navê Hiso Ebdo ji aliyê fesîleyên bi navê Şaxê Zeytûnê hate girtin û piştî ku 9000 hezar dolar dan çeteyan û hate berdan.

Hemwelatiya bi navê Omer Şemo memo yê bi temenê 66 salî ji gundê Qîbarê ji aliyê fesîleyên Şaxê Zeytûnê ve hate kuştin ji ber ku dûaya Îslamî ‘El Şehedeteyîn’ bi lêv nekir.

Jina Efrînî ya bi navê Fatmê Hemkî hevjîna henan Birîm ji gundê Qitmê ya bi temenê 66 salî di mala xwe de li gundê qitmê ji ber ku qebûl nekir mala xwe vala bike û gelê ji dereyî Efrînê hatî tê de bi cih bibe fesîleyên Direi El Furat bomba Avêtin mala wê û dane qetilkirin.

Malbata Hesen Ebdo yê bi navê Ebdûkê li gundê Qestel Cindo tên naskirin, di dema dewleta tirk êrîş ser efrînê kir di dîroka 11’ê Nîsana 2018’an de dema ji ber kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê di Efrînê de dema malbat ji Efrînê bi erebeya xwe derdiket li herêma Til Cibîn mayîn di erebeya wan de teqiya û jiyana xwe ji dest dan.

Navê wan wiha bûn;

Hesen Ebdo 90 salî, hevjîna Hesen Ebdo Qudret Silman keça Mûsa ya bi temena 65 salî, yesêr Ebdo kurê Hesen 32 salî, hevjîna Yasêr bi navê Hemîde Hiso Keça Xelîl bi temena 22 salî û keça yasêr ya bi navê Rûhîn Ebdo bi temena 7 mehe.

Du jin bi malbata Hesen Ebdo re bi navê Fîdanê reşîd keça xelîl bi temena 60 salî û keça xwe Şêrîn Hemdo Simo bi temena 26 salî li ser rê şehîd bûn.

Ciwanek bi navê Nercês Dewûd yê ku bi temena 24 sal ji Gundê Kîmarê ya navçeya Şêrewa dî dîroka 17’ê Cotmeha 2019’am dema ku Nerciês bi liser karê xwe piştî ku fûnên karkeran bi temênê 3 milyon û nîv bi hevalê xwe re Elî El Şagûrî dibirin navçeya Şera ji bo ku li ser karekeran belavbikin, bi awayekî hovane Nercês û hevalê wê Elî El Şagûrî ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.

Revandina Kurdên Êzîdî;

Hemwelatiyê bi navê Hiso Nasêr bsvê Şehîd Fûad ji gundê Qîbarê hate girtin û rastî êşkenceyê hat û heya 9000 hezar dolar da ew berdan.

Hemwelatiyê bi navê Hesen Derwîş Şemo yê ku bi temena 75 salî di dîroka 28.4.2018 ji gunê qîbarê ji mala xwe hate revandin.

Ciwanê bi navê Ciwan Seîd Reş ya bi temena 22 salî ji gundê Qîbarê heta revandin.

Hemwelatiya bi navê Henan Elî ji gundê Qîbarê di dîoka 10.5.2018 an de hate revandin.

6 kes ji mlbata Erefo ji gundê Qîbarê hatiin revandin û piştî ku qederk ji pereyan dan hatin berdan.

Hejmarek ji hemwelatyên Gundê Qitmê ya navçeya Şera ji aliyê çeteyên artêşa Şerqiyê ve hatin revandin.

Navên wan wiha bûn ;

Hec Ehmed 70 salî, Hisên Îbo 70 salî, Hemîd qasêm, Ednan Qasêm, fewzî Mihemed Şimo bi herdû zarokên xe re yên ku bi temenê 15 û 16 salî, Nîdal Qasêm bi kurê xwe re Hemdoş ya 15 salî.

Eymen Hemede, Şêxo Coma, henan Hesen Birîm bi kurê xwe re Azad her wiha rastî êşkenceyên herî giran hatin û 25000 dolar ji wan xestin.

Keça bi navê Newroz Xilo ya bi temena 19 salî revandin û piştî 12 rojan berdan.

Hemwelatiyê bi navê Elî Elo Îbo yê bi temenê 75 salî ji gundê Qestel Cindo, hate revandin û heya niha tu agahî jê tuneye.

Hin hemwelatî ji Gundê Çeqelî Cûmê di dîroka 31’ê Gulanê 2018 an de hatin revandin.

Navên wan wiha ne;

Mûsa nebî 32 salî piştî çend rojan ew berdan.

Ebdulrehmen Qaziqlî Hiso, Ebdulrehmen piştî ku hate girtin rêkirin girtîgeha Sico ya li Ezazê, û êşkenceyên herî giran dîtiye, her wiha ji ber êşkenceyan rewşa wî ya biskolojî tevlihev bûye û piştî ku temenek ji ppereyan dan wan hate berdan.

Hemwelatîya bi navê Mecîd Îso ya ku bi navê Zeredeştî tê naskirin temena wî 40 sale ji gundê Feqîra ya nevçeya Cindirêsê hate revandin, û piştî demekê hate berdan.

Ciwanê bi navê Êzîdxan Arêf Îso ya bi temena 32 salî ya ji gundê feqîra di dîroka 13’ê Îlona 2019 an de ji aliyê Feysel El Hemzet ve hate revandin û piştî 12000 dolar dan berdan.

Jina bi navê Efyet Coma ya 35 salî ji gundê Qitmê hate revandin, piştî ku qederek pere dan wan hate berdan.

Sedîqe Îbo ya 32 salî ji gundê Qitmê hate rvandin, û piştî qederek pere dan hate berdan.

Xano Îsa ya bi temena 65 salî ji Gundê Feqîra ji aliyê giropên çete di destpêka dagirkeriyê de di mala wê de hate êşkence kirin.

Fatmê Fûad Nasêr ya 65 salî ji gundê Qîbarê hate revandin û piştî qederek pere dan hate berdan.

Hemwelatîya bi navê Seîd Gerîb Hiso ya 58 salî û hevjîna wî galîye Hesen ya 51 salî ji gundê Çeqelî Cûmê û li Efrînê jiyan dikirin di dîroka 28’ê Îlona 2019 an de ji aliyê girûpên Çete ve hatin revandin û ber bi deverek ne diyar de birin.

Seîd Gerîb Hiso beriya wê carê di dîroka 21’ê Îlona 2019 an de carekê hatiyr girtin û piştî ku 2 meliyon dan wan girûpan hate berdan.

Her wiha girûpên bi navê polîsa sêvîlan piştî ku Seîdhate revandin dest danîn ser mala wî ya ku li hember Parka Newrûz e û piştî du hefteyan dema pere dan hatin berdan.

Ciwana Êzîdî ya bi navê Cîhan fexrî Elî ji gundê Qîbarê di dîroka 10’ê Mijdara 2019 an de dema ku ji gund ber bi Efrînê ve li ser riyê ji aliyê Feysel Ehrar El şam ve li ser hacizê wan hate revandin û di dîroka 17’ê Mijdara 2019 an de hate berdan.

Keçika bi navê Roya Henanû Mostafa ya 15 salî di dîroka 15’ê Mijdara 2019 an de li gundê Gezewiyê ji aliyê Feyleq El Şem ve hate revandin.

Çalakiya revandinê yê ku Grûpên Feyesel El şam ve hatin çêkirin bi alîkariya jinên rû girtî bi erebeyên Hondayî ya girtî hate çêkirin, her wiha bi awayekî hovane di erebê de hatin girtin, û berî ku roya were revandin bavê wê ji aliyê Feysel El Şam ve kete xeteriyek mezin û hate tehdîd kirin, her wiha keça bi navê Roya rastî êşkenceya herî giran hat û di dîroka 20’ê Mijdarê 2019’an de piştî ku malbet kirin binê xeteriyê û pere dan hate berdan.

Ciwanê bi navê Arîn Dilî Hesen ya 21 salî ji Gundê Kîmarê ya navçeya Şêrewa di dîroka 27’ê Sibata 2020’an de ji aliyê çeteyên Hemzet ve hate revandin û heya niha tu agahî jê tuneye.

Jina hevjîna wê wefatkirî Gulê Hesen ya ji gundê Birc Ebdelo di dîroka 9’ê Adara2020’an de hate revandin û êşkence lê hate kirin û di dîroka 17’ê Nîsana 2020 an de hate berdan.

Her wiha keça Gulê Hesen ya bi navê Gezal Betal di dîroka 5.3.2020 an de hate revandin û di dîroka 15’ê Nîsana 2020’an de hate berdan, û dema ku ew hatine revandin çeteyan li wan zor dikirin ku bibin Misilman.