Li Efrînê herî kêm 18 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin

Di çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê yên li Efrînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wê lidar xistî de herî kêm 18 dagirker hatine kuştin.

Di dema leşkerên Tirk û çeteyê girêdayî wê yên El Qaîde û DAIŞ’ê li ser rêya nêzî navenda bajarê Efrînê û Cindirêsê talankirina mal û milkên welatiyên sivîl dikirin, şervanên YPG/YPJ’ê çalakiyeke tabojatê lidar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin, kamyonek û terektoreke ku çeteyan milkên welatiyan li ser bar kiribûn û dibirin hatin rûxandin.

LI ŞERAYÊ 8 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Şevê din şervanên YPG/YPJ’ê di encama çalakiyekî taybet a li dijî nuqteya dagirkeran a di navbera gundên Şemalê û Meydankê ya girêdayê navçeya Şera lidar xistî de, 8 leşker û çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Her wiha di saetên serê sibê de jî, şervanên YPG/YPJ`ê di mavbera gundê Basûtê ya girêdayê navenda Efrînê û herêma Cindirêsê de çalakiyek bi rokêtan lidar xistin. Li gorî agahiyên hatin girtin, gelek leşker û çete hatin kuştin.

ÇETEYAN 3 SIVÎL BIRÎNDAR KIRIN

Ji aliyekî din ve jî, dîmenên talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê ji aliyê çeteyên Tirk ve, gelekî li ser tora civakî hatin belavkirin û her kesî rastiya wan dît. Artêşa Tirk û çeteyên wê ji bo van rastiyan ji tevahiya cîhanê re veşêrin û rastiyan berovajî bikin, sivîlên ku di Efrînê de mane bi darê zorê dikin dîkanan û ji wan dixwazin ku bêjin talanî tune ye. Sê welatiyên ku ev yek red kiribûn çeteyan ew birîndar kirin.