Li Efrînê artêşa Tirk û çete ji ber talanê şer dikin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê li dijî hin koman dest bi tasfiyekirinê kirine. Hate hînbûn ku ji ber zeytûnan di navbera wan de şer çêdibe.

Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî hin koman operasyona tasfiyekirinê dan destpêkirin. Li gelek cihên bajêr şer didome.

Dewleta Tirk gelek tîmên taybet sewqî bajêr kiriye û koma bi navê Ceyşul Wetenî li dijî koma bi navê Ehrar Şerqiye tevgera tasfiyeyê dan destpêkirin. Koma bi navê Ehrar Şerqiyê endamên berê yên DAÎŞ’ê ne yên ku li Dêra Zorê ji DAÎŞ’ê veqetiyane.

Hate hînbûn ku bi pêşengiya artêşa Tirk û Tûgayên Sûltan Mûrat li dijî koma bi navê Tecemma operasyon hatiye destpêkirin û koma Ehrar Şerqiye jî tevlî vê komê bû.

Artêşa Tirk li bajêr derketina qedexeya derve ragihandiye û li taxên Eşrefiye, Mahmûdiye, Kolana Welat, Sûk El Hal û li herêma sanayiyê şer çêdibe. Hate ragihandin ku ji herdu aliyan jî gelek kes hatine kuştin.

Di navbera Ehrar El Şerqiye û Tûgaya Sûltan Mûrat a di bin kontrola MÎT’ê de gelek alozî hebû. Tê diyarkirin ku vê operasyona hatiye destpêkirin ji ber çinîna zeytûnan pêk hatiye.

Dewleta Tirk dest daniye 85 ji sedê zeytûnên li Efrînê û hewl dide zeytûnan bîne Tirkiyeyê. Gelek komên din jî dixwazin ew li herêmên xwe zeytûnan bifiroşin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî li ser pirsên talana zeytûnên li Efrînê gotibû ku, “Em naxwazin zeytûnên li wê derê têkevin destê PKK’ê. Em dixwazin dahata zeytûnan bigihêje me” û li talana zeytûnan mikur hatibû.

Koma Ehrar El Şerqiye jî endamên berê yên DAÎŞ’ê pêk tên û tevî artêşa Tirk a dagirker tevlî dagirkirina Cerablûs, Bab û Efrînê bûbû.