Li Ebexê li şûna endamên meclîsa HDP’ê qeyûm hatin danîn

Li şûna 5 endamên meclîsa HDP’î yên şaredariya navçeya Ebex  a Wanê ji kar hatin dûrxistin, mehmûr weke qeyûm hatin danîn.

Li şûna 5 HDP’iyên Şaredariya Ebex a Wanê di demên cuda de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji erkê hatibûn girtin, mehmûr hatin erkdarkirin.

Ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve endamên Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Ebexê Necmettîn Şahîn, Pinar Demîr, Hulya Darak, Mehmet Saddik Moraner û Hevserokê Şaredariya Ebexê Farûk Demîr bi hinceta lêpirsîn di derbarê wan de heye ji erkê hatibûn girtin, mehmûr hatin wezîfedarkirin. 5 mehmûrên weke qeyûm li şûna endamên meclîsa HDP’ê hatin wezîfedarkirin, îro dest bikar kirin.

Duh jî li şûna 4 endamên meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Artemêtanê mehmûr weke qeyûm hatibûn wezîferdarkirin.