Li Duhokê malbatekê li ser mal û milkan şer kir: 3 kes mirin
Li Duhokê ferdên malbatekê li ser zevî, mal û milkan şer kir. 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li Duhokê ferdên malbatekê li ser zevî, mal û milkan şer kir. 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundê Kanî Şîrîn ê Duhokê, malbatek bi hev ket.
Çavkaniyên herêmî û polîsên Duhokê ragihandin ku ferdên malbatê li ser zevî, mal û milkan şer kirin.
Di vî şerî de 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê ji bo rewşê kontrol bikin çûn cihê bûyerê.