Li Duhokê hêzên PDK’ê girte ser merasîma ji bo rojnamegeran

Li Duhokê hêzên PDK’ê girte ser merasîma xelatê ya ji bo rojnamegeran ku wê li buroya Tevgera Goran bihata lidarxistin.

Wê li Dihokê Sêwana Parêzerên Aştî yên Iraqê, li ser komek rojnamevanên Herêma Kurdistanê xelat belav kiriba. Lê asayîşa PDK’ê rê neda merasîma xelatdayînê were lidarxistin. Piştre xwestin li buroya Tevgera Goran a Dihokê lidar bixin. Lê hêzên asayîşê bi ser buroyê de girtin û li wir jî destûr neda.

Asayîşê ji çalakgeran xwestiye çalakiyê li dar nexin. Asayîşê dest danî ser alavên hinek rojnamegeran. Her wiha asayîşê gef xwariye eger di demek zû de çalakî bi dawî nebe wê dest dayne ser alavên hemû rojnamegeran.

Dihat payîn îro li hola Krîstal ya bajarê Dihokê, Sêwana Parêzerên Aştî ya Iraqê, li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê 90 rojnamevan ji ber karên xwe bihatina xelatkirin.