Li Dîlokê kesek hate girtin

Vedat Aydin Altûg ê li navçeya Şehîdkamîl hate destgîrkirin, hate girtin.

Vedat Aydin Altûg ê 28 salî ku duh di serdegirtina malan a taxa Guzelyûrt a Şehîdkamîl a navenda Dîlokê hatibû destgîrkirin, hate girtin. Altûg ê sewqî Edliyeya Dîlokê kirin, bê ku agahî bidin malbat û parêzaran hate girtin û şandin Girtîgha Tîpa H a Dîlokê.

Altûg sala 2014’an ji ber daoza ‘propagandakirina rêxistinê’ ya derbarê wî hatibû vekirin, cezayê salakê girtinê hatibû dayîn.

Bavê Altûg ê hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk a Dîlokê Tahîr Altûg jî got: “Ji bo me gotin; ‘wê îfadeya wî bigirin û berdin’. Bê ku agahî bidin malbat û parêzeran birin dadgehê û girtin. Bê ku agahî bidin malbat û parêzeran derxistina pêşberî dadgehê sûc e. Li dijî vê bi rêya parêzeran derbarê berpirsan em ê gilî bikin.”