Li Dîlokê êrişa nijadperestî: Ciwanekî ji Sûriyeyê hate kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî ji Helebê li Dîlokê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR'ê, ciwanê Sûriyeyî Mehmûd Mihemed Şobek, dema ku hewl dida pirsgirêkên xwe yên bi Tirkekî bi hev re dima çarser bike, ji sînga xwe fîşek xwar. Hate ragihandin ku ciwanê bi giranî birîndar bû, nekarî bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

LI ÎZMÎRÊ JÎ KOMKUJIYA BI NIJADPERESTÎ

SOHR'ê diyar kir ku 16'ê Mijdarê jî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê 3 penaberên Sûriyeyî di xew de ji aliyê êrişkarekî ve hatin şewitandin û qetilkirin.

Têkildarî lêpirsînê biryara bisînorkirinê hate dayin. Çavkaniyên hikumetê kujer weke 'yekî derûngiya xwe nebaş e' nîşan da. Lê belê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku êriş bi mejiyekî nijadperestî hatiye kirin.