Li Dîlokê 56 kesên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn

Ji bo 56 kesên di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Di 20’ê Tebaxa 2016’an de DAÎŞ’ê li dijî daweta malbatek Kurd a li taxa Bebahçe ya navçeya Şahînbeya Dîlokê teqîna xwekuj pêk anî û di komkujiyê de 40 jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên qurbaniyan, rêveberên HDP, DBP, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, rêveberên ÎHD’ê û OHD’ê û rêxistinên civakî yên sivîl li kolana ku qetlîam lê pêk hat, qurbaniyan bi bîr anîn.

Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di bîranînê de axivî û diyar kir ku qetlîam bi plankirî pêk hat û tevî ku 6 sal di ser qetlîamê re derbas bû jî bi awayek rêkûpêk lêkolîna qetlîamê nehat kirin û got ku xwestin roja herî xweş a kurdan veguherînin şînê. Bînîcî got ew qurbaniyan bi bîr tînin û dê dest ji doza qetlîamê bernedin.

Ji Nûnertiya OHD’a Dîlokê parêzer Mustafa Yalçin jî axivî û destnîşan kir ku qetlîam li dijî nasname û çanda Kurdan hatiye kirin û bi hovîtiyek herî mezin 56 welatiyên wan hatine qetilkirin. Yalçin anî ziman ku hê jî qetlîam nehatiye ronîkirin û bêhiqûqî berdewam dike.

Parlamenter Mahmût Togrûl jî diyar kir ku beriya qetlîam pêk bihata dikaribû bê astengkirin û got ku îro îktidar li dijî têkoşerên zîhniyeta DAÎŞ’ê şer daye destpêkirin, ya wan dikuje yan jî wan dixe zindanan. Togrûl da zanîn ku kurdên li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê rabûn di hedefa êrîşên îktidara Tirkiyeyê de ne.

Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn cihê qetlîam pêk hatiye û bernameya bîranînê bi dawî bû.