‘Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin‘

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatine taloqkirin di roja 19'an de ye. Malbatan îro peyama xwedî li derketina çalakiyê dan.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Wanê dest pê kiribû di roja 19'an de ye. Çalakiya malbatan li Baroya Wanê didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Tuşbaya Wanê serdana çalakiyê kir.

‘DIVÊ DEMILDET GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊN BERDAN‘

Di serdanê de Hevserokê HDP'ê ya Tuşbayê Hakki Cemal axivî û bal kişand bi dawîkirina tecrîdê û got: "Li dijî tecrîdê divê têkoşînek bê dayîn. Em piştrgiyê didin çalakiya dayikan. Em dibêjin divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ji bo serbestberdana girtiyan jî dê têkoşîna me bidome."

‘HETA DAWIYÊ EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN‘

Ji malbatên ku nobedê digirin Aslihan Tîmûr jî axivî û wiha got: "Em ji bo hatine rêveberiya HDP'ê ya navçeyê spasiyên xwe pêşkeş dikin. Divê hemû malbat xwedî li nobetê derkevin. Li Tirkiyeyê êdî bi tu awayî edalet nemaye. 4 zarokên min girtî ne. Em bang li kesên bi wîjdan dikin ku bila xwedî li çalakiya me derkevin. Ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan em di çalakiyê de nin. Lê em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."