Li dijî tecrîda Îmraliyê meş: Em bibin dengê girtiyan

Rêxistina Navçeya Cizirê ya HDP’ê ku xwesî di derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî bide hate astengkirin. Gel û parlementer meşiyan, berxwedan silav kirin û tecrîd protesto kirin.

Li Cizîra navçeya Şirnexê Rêxistina Navçeyê ya Cizîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bişînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan, xwestin daxuyaniyekê bidin. Piştî ku daxuyanî hate astengkirin, li dijî vê biryarê parlementerên HDP'ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş jî ber bi avahiya qeymeqamtiyê ya navçeyê ve meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. HDP'iyan bang kir ku divê tu kes bêdeng nemîne.

Di dema daxuyaniyê de polîsan derdora parlementeran dorpêç kir.

'BÊDENG NEMÎNIN'

Parlementera HDP'ê Nuran Îmîr bertek nîşanî helwesta polîsan da. Îmîr destnîşan kir ku tu hêz wê nikaribe dengê wan asteng bike û got: "Îro Cizîra Botan di bin dorpêçê de ye. Nahêlin em parlementer dengê we ragihînin. Bi biryara qeymeqam nahêlin ku em gotinekê bibêjin. Em vê helwesta qeymeqam şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê li gel gelê xwe kom bibin. Ew ê nikaribin me ji gel veqetînin. Wekî her tim îro jî em ê xwedî li vîn û rûmeta xwe derbikevin. Di şexsê girtiyan de dixwazin tevahiya Tirkiyeyê bixin bin tecrîdê. Mirov êdî nikare du gavan biavêje. Li hemberî vê bêrûmetiyê em ê li ber xwe bidin. Ciwanên me, hevalên me yên ku li hemberî vê zilmê li ber xwe dane, dîl hatine girtin. Niha jî ev hevalên me bi çalakiya grevên birçîbûnê li ber xwe didin. Lêgerînên tazî li wan dikin, îşkence li wan dikin û wan sirgûn dikin. Ev pêkanînên dijminahiyê ne ku dewlet li dijî gelê Kurd dike. Ev rêbazê îşkenceyê ji bo xwe kirine pergal. Bêdeng nemînin, deng bidin girtîgehan."

PIŞTGIRIYA GEL HATE ASTENGKIRIN

Piştî daxuyaniyê parlementer Ozguneş û Îmîr bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan' meşiyan. Welatiyên ku dixwestin piştgiriyê bidin meşa parlementeran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Meşa parlementeran heta li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê berdewam kir.

'TU ÎKTÎDAR NIKARIN LI BER DAXWAZA JI BO AZADIYÊ BISEKININ'

Li ber avahiya HDP'ê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş jî axiftinek kir. Ozgûneş jî bal kişand li ser grevên birçîbûnê. Ozguneş anî ziman ku rayedarên dewletê bi qedexekirina çalakiyan dixwazin dengê gel qut bikin û got:" Ji bîr nekin; ne astengiyên we, ne çekên we, ne kelemçeyên we û ne jî zindanên we nikarin dengê me qut bikin. Ji ber ku em hezkiriyên aşitî, azadî, demokrasî û wekheviyê ne. Me canê xwe di oxira wan de feda kiriye. Tu desthilat nikarin li ber daxwaza azadiyê rawest e. Dîrok şahid e."

Piştî axaftina Ozgûneş, meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.