'Li dijî siyaseta dagirker a li ser ziman, pêwîstî bi siyaseteke neteweyî heye'

Qisekerên Komxebata Ziman a li Zankoya Koye bal kişandin ser siyaseta dagirkeriyê ya li ser ziman û gotin, pêwîstî bi siyaseteke neteweyî heye.

Di panela duyem ya Komxebata Ziman de qisekeran bal kişand ser siyaseta qirker a li ser zimanê Kurdî.

Mijde Ebas panela duyem a bi sernavê 'Pirsgirêkên Zimanê Kurdî û Çareserî' bi rêve bir.

Di vê beşê de Omer Mehmûd Kerîm bal kişand ser siyaseta herêma Kurdistanê ya li ser ziman û got: "Ferhengeke neteweyî nîne. Xemsariya herêmê kiriye ku ziman baş bi pêş nekeve û lewaz bibe."

Dr. Lûqman Guldivê jî spasiya beşdaran kir û got: "Divê siyasetek taybet ji bo ziman bê çêkirin."

Guldivê bal kişand ser qonaxên tinekirina ziman û êrişên pijavtinê û got: "Ziman hebûn e, divê bê parastin. Parastina ziman erkek e. Divê malbat, dayik û bav bi rola pêşvebirina ziman rabe. Sûd ji derfetan bê girtin û bê pêşxistin."

Dr. Kamûran Berwarî jî bal kişand ser dîroka û erdnîgariya Kurd û Kurdistanê û got: "Em xwediyê vê axê ne û zimanê me Kurdî ye. Rastiyek heye; tim Kurd hebûn û wê timî hebin. Gelek civak hatine û tine bûne. Me hebûna xwe bi çand, ziman û wêjeya xwe hebûna xwe domandiye. Kurd tim xwecihiyê vê erdnîgariyê ye, îsbat û delîla wê yekê nîne Kurd ji deverek din hatibe. Ji bo wê Kurd xwediyê vê erdê ne. Siyaseta dewletên dagirkeran yek e. Li ber vê divê siyaseteke netewî hebe."