Li dijî Leyla Guven a dîlgirtî gilînameyeke nû hate amadekirin

Li dijî Hevseroka KCD'ê ya dîlgirtî Leyla Guven gilînameyeke nû hate amadekirin.

Rûniştina 2'emîn a doza li dijî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a dîlgirtî li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Leyla Guven bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzerê Guven Serdar Çelebî jî beşdarî rûniştinê bû.

Serokê dadgehê diyar kir ku daxwaza "redkirina dadger" ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatiye redkirin.

Di rûniştinê de eşkere bû ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Guven bi îdîaya "propaganda rêxistinê" gilînameyeke nû amade kiriye û bi dosya dozê re kiriye yek.

Serokê dadgehê rûniştin ji bo 11'ê Nîsanê taloq kir.