'Li dijî komployê em ê Tevgera Azadiyê xurtir bikin'

Gerîlayên YRK'ê Şahîn Agirî û Tolhildan Çilçeme diyar kirin ku li dijî komploya navneteweyî wê Tevgera Azadiyê ya Rojhilat xurtir bikin û bi vî rengî têbikoşin.

Gerîlayên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şahîn Agirî û Tolhildan Çilçeme têkildarî salvegera 23'an a komploya navneteweyî axivîn.

‘ROJHILATÊ KURDISTANÊ ZANE KU ÊŞA BÊRÊBERTIYÊ ÊŞEKE ÇAWA YE’

Şahîn Agirî bal kişande ser pirsgirêka bê rêber mayina Rojhilatê Kurdistanê ya piştî komployê heya bi damezrandina PJAK’ê û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Ez di destpêkê de komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo û gelê Kurd lanet dikim. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê gelê me êşa bêrêbertiyê ya 15 salan heta bi damezrandina PJAK’ê ku roja ji dayîk bûna Rêber Apo hate sazkirinkişandibû. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dizane ku êşa bêrêbertiyê êşek çawaye. Her wekî din gelê Kurd dît ku bi çi êş û êşkenceyekî di ser wan de hatin.”

LI DIJÎ KOMPLOYÊ NERAZÎBÛNA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Gerîla Agirî di berdewama axaftina xwe de îşaret bi bûyerên dema komploya 15’ê Sibata 1999’an li Rojhilatê Kurdistanê qewimîn û helwesta gel kir û wiha pêde çû; “Ew roja ku Serok Apo bi komploya navnetewî hat dîl girtin,wê rojê ji bo xwedîderketina li Serok Apo li Rojhilatê Kudistanê çalakiyên fedaî hatin li dar xistin. Di çalakiyênwê demê de herî kêm 50 şehîdên me çêbûn. Ezbi taybetî wan şehîdan bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Em wê komploya ku li ser Serok Apo û gelê Kurd pêk hat bi şermezar dikin.”

‘BI HATINA SER ÇIYA Û PÛÇKIRINA WÊ KOMPLOYÊ RE WÊ DIJMINÊN ME BERSIVA XWE BIGIRIN’

Gerîlayê PJAK’ê Şahîn Agirî bi van gotinan behsa çawaniya têkoşîna li hemberî komployê ya ji bo vala derxistina wê kir û got, “Her roja ku biçe emê li hember wê komployê tevgera xwe bihêztir û mezintir bikin. Ji bo ku em vê komploya li hember Serokatî û gelê me pêkhatî pûç bikin, îro tevlêbûna jinên azadîxwaz û ciwanên ku li pey felsefe û bîrdoziya Serokatî dimeşin pûçbikirina komploya navnetewî ye. Bersiveke mezin eku bi hatina ser çiya û pûçkirina wê komployê rewê dijminên me bersiva xwe bigire û bizane ku gelê Kurd bêrêber nabe û ti carî wê dest ji wê bernede. Gelê Kurd bi taybet jî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dît ku çi êş û êşkemceyek ya bêrêberbûniyê heye. Ango her kesek bi hêsanî dikare me ber bi aliyê xwe ve bikişîne; Tirk dixwast me bike Tirk, Fars dixwast me bike Fars, Ereb jî dixwast me bike Ereb. Lê bi felsefe û bîrdoziya Serokatî, bi perwerde û rêxistinkirina ku di nava gel de hat pêşxistin me karî ku ev hemû komployane vala derxînin.”

‘BI HÊZ Û ÎRADEYA SEROKATÎ JIYÎN BERSIVEKE MEZIN E’

Agirî di beşek din a axaftina xwe de bal kişande ser berdewamiya komployên ku îro li ser vîna gelê Kurd tê kirin û ev anî ziman, “Bi van komployên ku dijminan îro jî berdewam dikin dixwazin vê rêxistina gelê Kurd ya avabûyî hilweşînin yan jî pûç bikin.  Lê her kes dizane fikr û felsefeya Serokatî ewqasê bihêz e ku ew jiyana 24 saetên em bi Serokatî re dijîn,van hemû planan pûç dike. Îro şerê ku li Xakûrk, Zap û Metînayê ji aliyê wan ciwanan ve tê birêve birin, bersiveke ji bo wan ku ew hêz û îrade ji Serokatî girtin e, her dem û wextê dikare bibe bersivek ji wan re. Wate bi hêz û îradeya Serokatî jiyîn bersivekî mezin e ji wan gelan re ku bizanin bi jiyankirina bi Serokatî re hêz, îrade, wêrekî, berxwedan û her tişta ku mirov bikare bi mirovbûna xwe bê naskirin dikarin bidest bixînin.”

Gerîlayê PJAK’ê Şahîn Agirî bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî; “Di dawiyê de bangwaziya min ji bo jin û ciwanan heye; bi xwedî derketina li Serok Apo, her wiha gelê Kurd re xwedî li nasname û îradeya xwe derbikevin.”

‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE GELÊ KURD HATE DÎLGIRTIN’

Tolhildan Çilçeme di destpêka axaftina xwe de îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê meşandin tecrîdeke girane, tecrîdeke ji exlaqê mirovahiyê dûre bi tu şêwazî ji bo me nayê qebûlkirin. Di 15’êSibata 1999’an de li ser Rêbertiya me komployek hate meşandin bi wê komploya ku hate meşandin wan Rêbertiya me dîl girt.

Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd hate dîlgirtin, ji ber wê îro em li ser çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo di nava Têkoşînê de ne. Civakek bê Rêbertî nikare jiyan bike, em jî weke gelê Kurd Rêberekî me heye, ji bo wê jî pêwîste em ji bo Rêber Apo bi her şêwazî li dijî dagirkeriyê têbikoşin.”

‘ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER RÊBER APO ERKÊ CIWANAN E’

Gerîla Çilçeme bal kişande ser bandora berxwedaniya li Îmraliyê û wiha pêde çû; “Berxwedana ku li Îmralî tê meşandin derbasî hemû qadan dibe, Kurdekî bi rûmet li kuderê hebe wê berxwedanê dibîne,jê bandor dibe û cihê xwe di nava wê berxwedanê de digre. Di esasê de şikandina tecrîda li ser Rêber Apo erkê ciwanane, ji ber wê pêwîste ciwan jî li erka xwe xwedî derbikevin ûli beramberî tecrîda li ser Rêber Apo ya tê meşandin, berê xwe bidin nava Têkoşîna azadiyê.

Em bang dikin ku êdî bese ewqas sal Rêbertiya me di nava çar dîwaran de were dîlgirtin.Têkoşîna ku em didin meşandin jî li ser wî esasî ye ku Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bikin.Pêwîste Rêber Apo di nava me de jiyan bike, ew ji bo me girînge.”

‘15’Ê SIBATÊ DI DÎROKA KURDISTANÊ DE ROJEKE REŞ E’

Gerîlayê YRK’ê Tolhildan Çilçeme diyar kir ku 15’êSibatê di dîroka Kurdistanê de rojekî reşe û wiha axaftina xwe domand;“Jibîrkirina wê rojê jî ji bo her mirovekî ku dibêje ez Kurd im xiyaneta herî mezine.Dibe ku gelek tişt werin jibîrkirin, lê belê roja 15’êSibatê qet nayê jibîrkin, ger em ne di ferqa wê rojê de bin û rast negrin dest emê nikaribin Kurdistaneke azad û kesayetekî azad pêş bixînin.Pêwîste em fikrandineke kûr pêş bixin.”

‘RAMANÊN RÊBER APO SÎNORÊN KURDISTANÊ DERBAS KIRIYE’

Çilçeme di dewama axaftinên xwe de îşaret bi gerdûnîbûna ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Fikir û ramanên Rêber Apo sînorên Kurdistanê derbas kiriye û êdî gerdûnî bûye.Êdî hemû gelên bindest ji fikrên Rêber Apo hêvî, bawerî û hêz digrin, di nava têkoşîna ku tê meşandin de rengê xwe dide diyarkirin. Ji bo Rêber Apo ne tenê gelê Kurd li ser piyane, hemû gelên azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî li ser piyane; ji bo me ew moraleke mezine.”

‘PÊWÎSTE EM BI PRATÎKA XWE WÊ ROJA REŞ TEK BIBIN’

Gerîla Tolhildan anî ziman ku şermezarkirina roja 15’êSibatê tenê bi gotin têr nake û wiha axaftina xwe domand;“Pêwîste em bi pratîka xwe wê roja reş tekbişkînin.Di dîroka mirovahiyê de mînakatecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin nehatiye kirin. Ji ber wê pêwîste em bi zanebûn Têkoşînê bimeşînin.”

‘JI BO BI RÊBERTÎ, WELAT Û CIVAKEKE AZAD RE JIYAN BIKIN, BERÊ XWE BIDIN NAVA REFÊ GERÎLA’

Gerîlayê Rojhilatê Kurdistanê Tolhildan Çilçeme di dawiyê de ev bangewazî kir, “Bangawaziya min ji bo ciwanê Rojhilatê Kurdistanê eve; pêwîste roja 15’êSibatê rast dahûrînin û rast lêkolîn bikin.Ji ber ku Rêbertiyekî me heye, pêwîste em bi Rêbertiyekî azad re jiyan bikin.Ji bo têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo pêwîste berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.Li wir li beramberî dagirkeriyê têkoşînekebihêz tê meşandin, dagirkeriya ku bi salane di Kurdistanê de xwe bi cih kiribû îro lewaz bûye.Bi têkoşîna ku gelê Kurd dide meşandin lewaz bûye.Ciwanên Kurd pêwîste di ferqa wê debin û ji bo bi Rêbertî, welat û civakeke azad re jiyan bikin, berê xwe bidin nava refê gerîla.Ev hemû bi hevre girêdayî ne ûji hevdu cuda nabe.”