'Li dijî dagirkeriyê divê bi ruhê Şeladizê helwest bê nîşandan'

KCK: Divê Kurd û gelên li Kurdistanê hemû zanibin, êrîşên nû yên dagirkeriyê wê bingehê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike û em bang dikin ku bi ruhê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, der barê êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, "Artêşa Tirk li dijî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Roja ku li Parlamenta Başûrê Kurdistanê hilbijartina Serokatiyê dihate kirin, her wiha roja ku Serokkomarê Iraqê serdana Tirkiyeyê kir vê êrîşê dest pê kir. Bi vê yekê re peyam hem ji Başûrê Kurdistanê hem jî ji Iraqê re hatiye dayin. Lê belê ne hikumeta Iraqê ne jî rêveberiya Başûr li dijî van êrîşan helwestek nîşan nedan û heta niha daxuyaniyek nedane. Weke 'operasyoneke li derveyî sînor a li dijî PKK'ê' ji nedîtî ve hatine.

Yên dibêjin, 'êrîş li dijî PKK û gerîla ye', dikevin xefika lîstika qirêj û operasyona xapandinê ya faşîzma AKP-MHP'ê û ji berpirsyariya nîşandana helwest û berxwedana li dijî dagirkeriyê direvin. Divê ev rastî were zanîn; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi êrîşa dijî PKK û gerîla re êrîşî Kurdistanê dike. Ya ku bi destê DAÎŞ'ê nekarî bike niha bi destûra hêzên herêmî û navneteweyî dixwaze bi xwe bike. Erdogan sala 2014'an bi destê DAÎŞ'ê ji Başûr û ji bejahiyê ve dest bi êrîşeke qirkirin û dagirkeriyê kir. Ji ber ku bi ser neket vê carê ji Bakur û ji çiya ve dest bi êrîşê kir. Êrîşa ji Başûr û ji bejahiyê ve dest pê kir ne tenê êrîşeke leşkerî bû, tevî êrîşa leşkerî êrîşeke welê bû ku dixwest ji aliyê aboriyê ve jî têk bibe."

ERDOGAN DIXWAZE XEYALÊN XWE YÊN OSMANIYA NÛ PÊK BÎNE

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bombekirina herêma Bradostê bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên Kobra û Atak, her wiha şewitandina bi hezaran donim zeviyên li Mexmûr, Kerkûk û Mûsilê versiyon û rêbazên cuda yên êrîşê yên heman siyasetê ne." KCK'ê destnîşan kir, armanc ji êrîşan ew e ku herêmên bi Peymana Mûsilê ya 1926'an dest jê hatin berdan hemûyan dagir bikin û ragihand, Erdogan bi ve yekê re dixwaze xeyalên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne.

'DIJDERNEKETINA LI DAGIRKERIYÊ LI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ NAYÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di rewşeke wiha de ku ji Başîka heta Bradostê êrîşên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê tên kirin, nîşanedana helwesteke li dijî vê yekê, xwevegirtina ji daxuyaniya şermezarkirinê li ruhê yekîtiya neteweyî û li Kurdîtiyê nayê. Ne rast e ku ev yek bi berjewendiyên aborî û siyasî bê îzahkirin. Piştî ku welat hate dagirkirin ti wateya berjewendiyan namîne. Ti berjewendî ji azadiya welat û xaka me, ji yekîtiya me ya neteweyî ne hêjatir e. Yekîtiya neteweyî di serdemên zehmet de bi biryarên zehmet derdikeve holê. Yekîtiya neteweyî ya rasteqîn di demên xweşiyê de dernakeve holê. Eger di demên aram û bê pirsgirêk de derkeve holê jî, ji pratîka niha jî tê dîtin ku dema pirsgirêkek û zehmetiyek rû bide wê ji holê rabe. Rêya yekîtiya neteweyî helwesta li dijî dagirkeriya Tirk e. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka gelan û neteweyên dinyayê, dibînin ku di encama têkoşînên zehmet ên serdemên dijwar de yekîtiya xwe ya neteweyî li dora nirxên neteweyî pêk anîne.

'DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÎ Û DEMOKRATÎK HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'

Ji ber vê yekê, di demekê de ku êrîşeke nû ya dagirkeriyê li Kurdistanê tê kirin em bang li hêzên Kurdistanî yên hemû parçeyan û hêzên demokratîk dikin ku helwestê nîşan bidin û li dijî dagirkeriyê derkevin. Vê êrîşa dagirkeriyê hêzên Kurdistanî xistiye nava ezmûneke dîrokî. Berpirsyariya her hêzê ye ku bi helwesta neteweyî û yekîtiya neteweyî li dijî dagirkeriyê derkevin.

Rewş ji bo Kurdan bi vî rengî ye, lê divê bê zanîn ku ji bo Iraqê rewşeke hîn cidî heye. Bêdengiya hikumeta Iraqê ya li pêşberî vê dagirkeriyê, nîşannedana helwestê ku weke pejirandina êrîşê ye, zerarê dide berjewendiyên gelên li Iraqê hemûyan. Hêzên navneteweyî yên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, divê li dijî konsepta Osmaniya Nû û van êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê ku sponsora DAÎŞ'ê ye, helwestê nîşan bidin.

'LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'

Gelê me divê li benda hêzên siyasî yên ku li pey berjewendiyên xwe yên biçûk in nemîne ku helwestê nîşan bidin, divê xwe bispêre meyla xwe ya azadiyê û çanda xwe ya berxwedanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk li her devera lê ye bi hêza xwe bikeve nava hewldanan. Bêyî cudahiya navbera partiyan divê Kurd hemû û gelên li Kurdistanê, feraseta qirker a faşîzma AKP-MHP'ê bibînin, zanibin ku êrîşa nû ya dagirkeriyê wê zemînê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike û em bang li wan dikin ku bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin."