Li dijî dagirkerî û xiyaneta PDK’ê dimeşin

Bi pêşengtiya Rêxistina Ciwanên Welatparêz wê roja 13’ê Îlonê li Silêmanî meşek girseyî li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bê lidarxistin.

Bi pêşengtiya Rêxistina Ciwanên Welatparêz wê roja 13’ê Îlonê saet 17:30’an li Cadeya Salim a Silêmaniyê meşek girseyî li dijî êrîşên dagirkerî ya Tirk hevkarê wê PDK’ê yên li ser gerîla û zextên PDK’ê yên li ser girtiyên Behdînanê tê li darxistin. Banga tevlîbûnê li welatiyên Herêma Kurdistanê hate kirin.

Meş bi dirûşmên ‘Ji zext û xiyaneta PDK’ê re êdî bese’, ‘Wê ciwan bibin hêza piştgiriya gerîla û girtiyên Behdînanê’ were li darixistin.

Rêxistina Ciwanên Welatparêz daxwaz ji hemû xelkê Herêma Kurdistanê dike ku wek erkekî netewî tevlî meşê bibin.