Li Dihokê kesekî din jî bi vîrusa koronayê ket
Li gorî daxuyaniyên Wezareta Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê zilamekî 75 salî bi vîrusa koronayê ketiye.
Li gorî daxuyaniyên Wezareta Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê zilamekî 75 salî bi vîrusa koronayê ketiye.
Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hate ragihandin:
“Di berdewama testan û lêgerîna li ser kesên bi gûmana vîrusê de, kesekî din bi vîrusa korona (COVID 19) ku li bajarê Dihokê hate dîtin. Hate diyarkirin ku ev kes yekî 75 salî ye û çûye serdana kesekî bi koronayê ketibû.”