Li Dersimê şewat: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li gundê Çantûrê yê Dersimê, agir bi malekê ket. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Çantûrê yê Dersimê, agir bi malekê ket. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Çantûrê yê ser bi navenda Dersimê, saet di 10:00 de agir bi malekê ket.
Piştî ku gundiyan agahî dan arkujiyê, tîmên arkuj û servîsa lezgîn gihîştin gund.
Hate ragihandin ku di encama şewatê de Unal Polat jiyana xwe ji dest daye.
Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.