Li Derbendîxanê bi semînerekê komplo hate şermezarkirin

Komîteya Azadiya Ocalan li salona Lîsa Kafe ya Derbendîxan a Başûrê Kurdistanê bi semînerek a bi tevlîbûna dehan kesî komploya navnetewî ya 15’ê Sibat a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li seranserî Kurdistan, Ewropa û cîhanê bi rasthatina komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah çalakiyên protesto û şermezarkirinê tê kirin. Li salona Lîsa Kafe ya Derbendîxanê jî bi dirûşma ‘Komploya Navnetewî li gorî duh û îro’ semînerek hate lidarxistin.

Dr. Luqman destpêkê axivî, bal kişand ser rola Ocalan û PKK’ê ya ji bo çareseriya pirsa Kurd.

Semîner ji aliyê rojnamevan û nivîskar Hesen Cûdî ve hate dayîn. Rojnamevan Hesen Cûdî qala hêzên komploger û komployê kir.

Cudî bal kişand ser plan û komployên li Kurdistanê û xiyaneta li pêşengên Kurdan. Cûdî qala dewlemendî û xwezaya Kurdan kir ku dihêle êrîşî wê were kirin û got: “Gelê Kurd karî xwe biparêze. Xala yekem xwedî çandek mezin e, geleke qedîm e û dîrokî ye. A duyem jî xwedî erdnîgariyeke stratejî  û çiyayî ye. Ji ber vê dagirkeran nekarîne Kurdan temamî têk bibin. A sêyem jî gelê Kurd li ber xwe daye, xwe parastiye. Bi şerê gerîlatî şer kiriye, li ber xwe daye.”

Cûdî bal kişand ser komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Hemû netewe-dewlet ji bo qira Kurdan bînin, bi Peymana Lozanê xwestin gelê Kurd temamî qir bikin.”

Rojnamevan Cûdî diyar kir ku dagirkeran bi şer, asîmilasyona li ser çand, ziman, wêje xwestine ji rastiya wê dûr bixin û got: “Li ser vî esasî Kurd parçe û koçber kirin. Ziman û çanda wê qedexe kirin.”

Cûdî wiha domand: “Ocalan xwe teslîmî kesî nekir, ew  xwedî raman û xeteke taybet bû, ji ber wê li ser wî komplo hate kirin.  Xwestin Rêber Apo teslîm bigirin lê nekarîn vî tiştî bi ser bixînin. Ji ber wê di serî de DYE, Îngîltere, Îsraîl û hêzên din di nav komployê de cih girt. Tevî vê jî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê têkoşiya. Ev jî ji bihêzbûna Rêber Apo tê. Rêber Apo tevdîra vî tiştî stend. Ev komplo ne li ser Rêber Apo û gelê Kurd bû, heman demê li dijî gelên Rojhilata Navîn bû. Ji bo ku hêzên komploger bikaribin mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin.”

Cûdî destnîşan kir komplo vala derketiye û wiha pêde çû: “Komplo hate kirin lê encam negirt. Rêber Apo û PKK’ê li ber xwe dan. Gava yekem valaderxistina komplo bû. Ya duyem jî, danîna paradîgmaya azadiyê bû. Bi vê karî beşek mezin pûç bike. Li aliyê din gelê Kurd û PKK’ê li ber xwe dan û çalakiyên xurt kirin.”

Rojnamevan Hesen Cûdî qala sîstema Îmralî û sîstema êşkencê ya Îmralî kir û got: “Îmralî sîstemeke êşkence û tecrîdê ye, zindaneke asayî nîne. Li gel vê jî berxwedanek mezin a Rêber Apo heye. Rêber Apo teslîm nebûye û hê jî têdikoşe.”

Di dawiya semînerê de rojnameya taybet ya ji bo 15’ê Sibatê, komplo û berxwedana Ocalan hate belavkirin.