Li dehan bajarên Îranê mamoste daketin qadan

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, mamoste ji bo zêdekirina mûçeyan û sererastkirina şert û mercên kar, li dehan bajaran daketin qadan.

Li Îranê ji ber nelirêtî, talankirina çavkaniyên malî, enflasyona bilind, valahiya di budçeyê de, newekheviya hatineyan û pêkanînên DYE'yê, krîzeke giran a aboriyê heye.

Enflasyona salane ya li vî welatî ji sedî 40 derbas kir. Pereyê Îranê bi rêk û pêk bêqîmet dibe. Çîna navîn xizan dibe, hêza kirînê kêm dibe.

Krîz bandorê li her beşa civakê dike. Mehên dawî mamoste ji ber zêdebûna buhayê û enflasyonê daketin qadan.

Dawiya hefteyê li zêdeyî 100 bajarî bi hezaran mamoste daketin qadan, lawaziya bicihanîna reformên li ser mûçe û teqawîtbûnê şermezar kirin.

Li gorî rojnameya Reformîst Etemad, çalakgeran li ber Tehranê li ber parlamentê, li bajarên Îsfahan, Şîraz û Meşedê li ber buroyên Wezareta Perwerdeyê li hev civiyan.

Li gorî rojnameya Etemadê di çalakiyên şermezarkirinê de dirûşma "Bila mamoste bêne berdan" hatin qîrîn. Çalakger diyar dikin ku di rewşa heyî de 15 mamoste girtî ne.

Çalakiyên roja Yekşemê li ser banga Sendîkaya Mamosteyan pêk hat.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranê (ÎLNA), yek ji daxwazên sereke yên mamosteyan 'plana sererastkirina pîşeyî' ye. Mamoste nerazîbûnê nÎşan didin ku pêşnûmeya li Meclîsê hate nirxandin, bersivê nade daxwazên wan.

Çalakiyên şermezarkirinê di serî de Kirmaşan û Sine li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî pêk hatin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ku ser bi Muxafizên Şoreşê yên Îranê ye, diyar kir ku li navenda rêveberiya Eyaleta Farsê li Şîrazê zêdeyî 400 xebatkarên ji sektora perwerdeyê tevlî çalakiyê bûne.

Têkildarî çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li ser tevna civakî gelek dîmen û peyam hatin parvekirin.

Dawiya meha Çileyê li herî kêm 120 bajarî mamoste daketibûn qadan, şert û mercên jiyanê, mûçeyên kêm û xemsariya rayedaran şermezar kiribûn.