Li Colemêrgê festîvala derewîn

Li Colemêrgê ku 6 sal in çalakî, çûyîna zozanan û gundan lê qedexe ye, mirov lê têne kuştin, qeyûmê dagirker bi dirûşma 'Li Colemêrgê jiyan heye' festîvala berfê lidar xist.

AKP û qeyûmê wê, ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên li Colemêrgê binixumîne, festîvala berfê lidar xist.

Desthilatdariya AKP'ê ku li Colemêrgê her cûre çalakiyên demokratîk li Colemêrgiyan qedexe kiriye, bi derewa "Li Colemêrgê jiyan heye" festîvala berfê lidar xist.

Yilmaz Erdogan ê ku 100 hezar TL pere dabû artêşa Tirk û Aydin Aydin ê ku li TRT 6'ê qeşmeriyê dike, li gel AKP'iyan beşdarî 'festîvalê' bûn.

Desthilatdarî û qeyûmê AKP'ê ji sala 2016'an û vir ve li Colemêrgê û navçeyên wê çalakî û kombûnan qedexe dike.

Colemêrg 2 hezar û 80 roj in mîna girtîgehekê lê hatiye kirin. Lê belê çalakiyên AKP-MHP'ê li derveyî van qedexeyan ne.

Ji sala 2019'an û vir ve li Colemêrgê û navçeyên wê zêdeyî 10 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Tevî ku berpirsyarên van bûyerên kuştinê diyar e, ti ji wan nehatin darizandin û nehatin cezakirin.

Desthilatdarî û qeyûmê ku li şaredariyê bi cih kir, bi derewa "Li Colemêrgê jiyan heye" ji bo bûyerên li bajêr diqewimin û rantê veşêrin, festîvala berfê lidar xistin.

Colemêrgî, hunermnedên neteweyî û xwecihî tevlî festîvalê nebûn.