Li Colemêrgê çalakî û li Agirî şer

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Şemzînan û Geverê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî şerê li Agiriyê jî agahî hatin parvekirin.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.

Her wiha HPG’ê têkildarî şerê 24’ê Tebaxê yê li navçeya Bazîd a Agiriyê jî agahî parve kir.

Di daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera xwe ya fermî parvekirî de ev agahî hatin dayîn:

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKÎ

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 26’ê Tebaxê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakiyên bi bandor lidar xisitne. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me yên YJA Star saet 08:00’an li dijî yekîneyên dijmin ên li girê Meclîs ê dikeve navbera Çarçella ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê de bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin û leşkerek hate kuştin.

Saet 11:00’an yekîneyên me yên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li girê Şêkêr Spî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi awayekî bi bandor li çeper û konteynirên leşkeran hatiye xistin û di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

Hêzên me yê YJA Star sae 23:10’î de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li devera Şehîd Serhat a herêma Govendê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.

TÊKILDARÎ ŞERÊ LI AGIRIYÊ AGAHIYÊN ZELAL

24’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li devera Dermikapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê dest bi operasyonekê kiribûn. Heman rojê saet 15:00’î û heta 19:00’an bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov û hêzên dagirker bi helîkoperên Kobra qad bobmerdûman kirin. Hêzên dagirker ên piştî bomberdûmanê saetên şevê bi wesayîtên zirxî hatin deverê, bi hêzên em re bi qasî saetekê şer kirine. Di şerê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin, hejmar nehate zelalkirin. Yekîneyên me yên ku bi artêşa Tirk re ketibûn şer bi saxî û silametî gihiştine navendên xwe. Hêzên dagirker diyarkiribû ku bi balafirên şer du hevrêyên me şehîd kirine servîskirbûn. Hêzên dagirker ji bo kuştiyên xwe veşêrin nûçeyên derewe bi raya giştî re parve dikin. Hêzên dagirker ên windahiya xwe ya li Eyaleta Serhedê hezim nakin, bi rêbazên şerê pîskolojî dixwaze serkeftinê bidest bixin.

LI ÇELÊ OPERASYON

Hêzên dagirker 27’ê Tebaxê (îro) di saetên sibê de li devera Çelê Cengê, Mezra û zoznên Bêtkarê li qadekî berfire dest bi operasyonekê kiriye.”