Li Colemêrgê artêşa Tirk derbeke giran xwar

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên Colemêrgê de artêşa Tirk derbên giran xwariye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û ev tişt diyar kir:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Çelê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 22’ê Tîrmehê saet di 00.30’an de konvoyeke artêşa dagirker a ku ji wesayîtên zirxî pêk dihat û dixwest ji Geverê biçe Şemzînanê di navbera taxên Êlde û Meydanê ya Şemzînanê de bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me li wesayîtên zirxî dane, wesayîteke Kobra îmha kirine û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 leşkerên yekîneyên taybet hatine kuştin.

Di dema çalakiyê de hêzên dagirker gule li derdorê reşandine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî mirî û birîndarên xwe û bi makîneyên giran ên kar enkazên wesayîtan ji qadê derxistine.

Hêzên me di  22’ê Tîrmehê di saet 05.10’an de li dijî leşkerên li qada Qêla Mêrganiş a Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 kozik îmha bûne û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di 21’ê Tîrmehê de hêzên me di saet 13.00’an de kozikên dijmin ên li girê Koordîneyê ya Çelê kirine hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.”