Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk li Colemêrgê ketin û derketina 11 herêman ji bo 14 rojan qedexe kir. Hincet jî "operasyona leşkerî" ye.
Dewleta Tirk li Colemêrgê ketin û derketina 11 herêman ji bo 14 rojan qedexe kir. Hincet jî "operasyona leşkerî" ye.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, 11 herêmên li navenda bajêr û navçeyên wê weke "Ewlekariya Taybet" hatin qedexekirin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li herêman wê operasyona leşkerî dest pê bike.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi salane bi rêk û pêk û kêfî qedexe tê ragihandin. Bêyî hinceteke nû bê pêşkêşkirin jî dema qedexeyê bi rengekî otomatîk tê dirêjkirin.