Li Colemêrg û Bedlîsê çalakiyên gerîlayên HPG’ê: 14 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyên wan de li Şemzînanê 11 û li Bedlîsê jî 3 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyên wan de li Şemzînanê 11 û li Bedlîsê jî 3 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniyê ev tişt diyar kir:
LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYEKE BERFIREH: 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de di 18’ê Tebaxê di saet 17.40’an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê yên li girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê bi cih bûbûn, çalakiyeke berfireh dane lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 5 aliyan li dijmin xistine. Di vê çalakiyê de 7 kozikên dijmin îmha bûne, konteynir û kepçeyekê jî derb xwarine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 11 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dijmin bi obus û hawanan li qada Çemê Hacibeg û Dalampêrê dane. Di 19’ê Tebaxê de saet di 11.00’an de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li qadê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de li derdora Çemê Hacibegê dane û di heman rojê di saet 18.00’an de bêyî ku encamê werbigirin, ji qadê derketine.
LI TETWANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me di 18’ê Tebaxê saet di 19.00’an de li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Girê Kotomê ya bi ser Tetwana Bedlîsê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopteran qad bomberdûman kirine.
DI ŞERÊ LI SÊRTÊ DE 3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di 9’ê Tebaxê de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di navbera gundên Erbilo û Girdika yê Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û leşkerên dijmin şer çêbûbû. Hêzên dagirker bi bikaranîna teknîkê qad bomberdûman kirine. Di vî şer û bomberdûmanê de 3 hevalên me bi qehremanî li dijî dijmin şer kirine û gihiştine şehadetê.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye;
Nasnav: Dilşer Kanîwar |
|
Nasnav: Koçer Çiyager |
|
Nasnav: Mahmût |