Li Cizîrê wesayita zirxî li ciwanekî xist û bi giranî birîndar kir

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk li xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan xist û ew bi giranî birîndar kir.

Li gorî agahiyan, Abdulgaffar Dayan ê 23 salî serê sibehê dema ku diçû dersxaneyê, li kolana Yafesê wesayita zirxî li wî xist û ew bi giranî birîndar kir. Dayan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Hate ragihandin ku metirsî li ser jiyana wî heye.

Malbata Dayan û hevalên wî piştî ku bi bûyerê hesiyan berê xwe dan nexweşxaneyê.

Bi wesayitên zirxî li Kurdistanê bi dehan kes hatin qetilkirin. Kujer jî nehatin cezakirin.

Li gorî raporeke Şaxê Amedê ya ÎHD'ê ku Îlona 2021'ê hate weşandin, di navbera salên 2008 û 2021'ê de bi wesayitên zirxî herî kêm 42 kes hatin kuştin ku 20 ji wan zarok bûn.