Li Cizîrê operasyona qirkirina siyasî: 2 kes hatin destgîrkirin

Li Cizîrê di operasyona qirkirina siyasî de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û endamê MEBYA-DER'ê Huseyîn Înedî hatin destgîrkirin.

Li taxên Konak û Nûrê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di serdegirtina malan de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û endamê Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) Huseyîn Înedî hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.