Li Cizîrê êrişa li ser goristanên şehîdan hate protestokirin

Li Cizîrê êrişa li ser goristanên şehîdên HPG û YJA Starê hate protestokirin.

Li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, êrişî gorên 6 HPG’î û YJA-STAR’iyên ku di dîrokên cuda de şehîd bûbûn û kesên ku di qedexeyên derketina derve ku di sala 2015’an de li navçeyê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest dabûn, hate kirin. Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) têklildarî êrişa li ser goran hat kirin li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên MEBYA-DER’ê û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. 

Rêveberê MEBYA-DER’ê Ramazan Dalmiş da zanîn ku di dema serdana goristanê ya duh de hatiye dîtin ku 6 gor hatine xerakirin, kêlên wan hatine şikandin, gorek hatiye kolandin û wiha got: “Ev êrişeke bêexlakî ye. Ev êrişeke li dijî gelê me nirxên malbatên me, hesasiyetên me hatiye kirin. Di tu ol û baweriyan de zirardayîna goran tune ye. Lê di dema desthilata AKP’ê û MHP’ê de em gelek caran bûn şahidên van êrişan. Ev êrişa li hemberî nirxên gelê Kurd hatiye kirin, li dijî sekna berxwedana gelê me ye û perçeyekî konsepta teslîmstendinê ye. Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin û lanet dikin.” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.