Li çiyayên Kurdistanê dastanên dîrokî têne nivîsîn

Gerîayên HPG'ê û YJA Starê bi berxwedaniya ku li çiyayên Kurdistanê dikin dastanên dîrokî dinivîsin.

Li dijî êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaniya xwe didomînni. Gerîlayên HPG'ê Ronî Dêrik û Baran Gabara têkilî şerê domdar axivîn. 

Gerîla Ronî Dêrik got, ''Dewleta Tirk ev 45 roj in bi teknîka herî pêşketî êrîşê tîne ser Qadên Parastinê yên Medayê lê berxwedana gerîla didome. Vîn û berxwedan nahêle ku plana dewleta Tirk pêk were. Dewleta Tirk li bara xebatên gerîla bêgav dimîne, ji ber vê serî li rêbazên gemarî dide. Ji bo ku têkeve tûnelên me yên şer çekên qedexe bi kar anî. Hêza gerîla ji teknîka pêşketî ya dewlta Tirk xurtir û bêhtir karîger e.

Bi hêza ku me ji ji şehîdên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê standî em li ber xwe didin. Em ê ti carî destûrê nedin ku dewlta Tirk têkev qada me û bi rehetî tevbigere. Hêza me û baweriya me li cih e û em ê ti caran li bara ti êrîşan bêbersiv nemînin. Tekane tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em li ber xwe bidin û li dijî dijmin bisekinin. Dewleta Tirk çendî êrîşê bike jî em ê bi rihê Apoyî bersivê bidin.  Tekane tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em li ber xwe bidin û li dijî dijmin rawestin. Em careke dî soz didin hevrêyên şehîd ku em ê destûra dagirkeriyê nedin û heta serfiraziyê li dijî dijmin şer bikin.''

Gerîlayê HPG'ê Baran Gabar jî got, ''Gerîla bi taktînên û û profesyonel derbên giran li dijmin didin. Gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serkeftî dikin. Di tûnelên şer de berxwedaniyeke dîrokî heye û her tûnel bû keleha berxwedanê. 

Li Siyanê û Mam Reşo dijmin hewl da ku têkeve tûnelên gerîla lê plana dijmin bi ser neket. Berxwedana ku bi rihê Apoyî û fermandar Şoreş Bêytûşşebab derketî holê bi helwesta fermandar Serhad Giravî û hevrêyên wî didome. Fedaîtiya van hevarêyan fermana berxwedan û bersivê didome. Ev rih dike ku dijmin zoriyan bikişîne û bi paş ve gav bavêje.

Em bi moral û motîvasyoneke geş li dijî dagirkeriyê disekinin. Bi moral û motîvasyona ku me ji Rêber Apo standî û bi hêza ku me ji hevrêyên standî em li dijî dagirkeriyê têdikoşin.''

Baran li dawiya axaftinê got ew ê têkoşînê geştir bikin û li ser şopa şehîdan bimeşin.