Li Bradostê talana xwezayê didome

Li herêma Bradostê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin.

Li herêma Bradostê ya li navenda Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê didome. Herêm ji aliyê balafirên şer ên F-16, helîkopterên bi tîpa kobra, hawan û obusan tê bombekirin. Bomberdûman xisareke giran li xwezaya herêmê dike.

DARISTAN TÊN ŞEWITANDIN

Herî dawî 4'ê Tebaxê di bomberdûmana herêmên Xakurkê û Xinêrê de qadeke daristanê ya ji sedan hektarî şewitî. Li xwezaya ku gelek sewalên kêmdîtî hene şewat didome. Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê jî didome. Piraniya wan jin û zarok şêniyên herêmê bi rengê seferberiyê hewl didin şewatê vemirînin. Şêniyên herêmê diyar dikin ku zozan û çêrgehên wan ji ber bomberdûmanê xisareke mezin dîtine, sewalên wan li ber birçîbûnê ne û jiyana wan di metirsiyeke mezin de ye.