Li Bradostê bax û baxçeyên welatiyên sivîl dişewite

Artêşa Tirk a dagirker rê nade welatiyên herêma Bradostê biçin, agirê ku ji ber bomberdûmana balafiran li daristanê ketî bivemirînin. Ji bo welatiyan hatiye gotin ji bo vemirandina agir biçin herêmê bê bên hedefkirin.

Piştî ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Sinîn, Robî, Rual, Pungstale ên herêma Bradostê bomberdûman kirin û şûnde, agir bi zevî û baxçeyên welatiyan ketiye. Agirê ku bi bax û baxçeyên welatiyan ketî heta niha hê jî dişewite.

Îro welatiyan xwest ku biçin agirê ku bi bax û baçeyên wan ketî vemirîne, lê leşkerên artêşa Tirk ji bo welatiyan ragihandiye ku rê nadin welatî biçin herêmê. Leşkerên artêşa Tirk bi rêya keyeyê gund daye diyarkirin ku eger welatî  biçin herêmên navborî wê bomberdûman bikin.

Jiyana welatiyên herêma Bradostê piranî li ser bax û baxçevanî û çandiniyê ye. Lê di roja îro de ji ber bobmerdûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ziyanên mezin gihiştine cihên wan ên çandiniyê. Welatiyên herêmê gilî û gazindan ji hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê dikin ku eger pêşiya van êrîşan negirin, jiyana wan di metirsiyê de ye û nikarin debara xwe bikin.