Di meşa li Binarê Qendîlê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî hate protestokirin. Di meşê de pankarta “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” hate vekirin, alên PKK, KCK û posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Şînyar Resûl daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Azadî ji Ocalan re hatiye amadekirin xwend û got: “Em bang li gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk komplo, tecrîd û faşîzmê bişkînin û Rêber Ocalan azad bikin."
GERMIYAN
Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan li navçeya Kelar a Germiyan hate protestokirin. Gelek kesan piştgirî da kampanyaya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ve ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" hat destpêkirin.
QELADIZÊ
Komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qeladizê ya herêma Raperînê jî hate protestokirin. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate xwestin. Li qada çalakiyê ji bo pirtûkên Ocalan stand hat danîn.