Bi nêzîkbûna qedandina şerê DAIŞ'ê yê li Iraqê û nêzîkbûna dema referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê re, piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattîs duh serdana Bexda û Hewlêrê kir, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî îro hat Bexdayê. Çavûşoglû piştî Bexdayê wê serdana Hewlêrê bike.
BEXDA: DYA ALÎGIRÊ YEKPAREBÛNA AXA IRAQÊ YE
Mattîs piştî serdana Urdunê duh hat Bexdayê û bi Serokwezîr Haydar El Ebadî û hin rayedarên din ên Iraqî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê ji Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate gotin, "Wezîrê Parastinê yê DYA bal kişandiye ser yekparebûna axa Iraqê û gotiye, ku ew li dijî her şêwe hewldanên ji bo parçebûna Iraqê ne."
MATTÎS BI PDK Û YNK'Ê RE RÛNIŞT
Mattîs duh êvarê berê xwe da Hewlêrê û bi heyeteke ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) re rûnişt. Heyeta bi serokatiya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, ji endamê Polîtburo ya YNK'ê û alîkarê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî, ji Polîtburo ya PDK'ê Roj Nûrî Şaweys, Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talabanî û rayedarên pêşmergeyan pêk hat. Nûnerê Taybet ê DYA yê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Brett McGûrk, Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê Korgeneral Stephen Townsend, Sefîrê Bilind ê DYA yê li Bexdayê Doûglas Sîllîman û Serkonsolosê DYA yê li Hewlêrê Ken Gross jî tevlî civînê bûn. Li gorî agahiyan, xala bingehîn a rojeva vê civînê jî referandûm bû.
PENTAGON: DIYALOGÊ BIDOMÎNIN
Berdevka Wezareta Parastinê ya DYA Pentagonê Dana W. Whîte piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku Mattîs bal kişandiye ser hevkariya Bexda û Hewlêrê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Mattîs referandûm weke "rewşek li derveyî texmînên welatê xwe" bi nav kiriye û ji Barzanî û Ebadî xwestiye, ku diyaloga xwe bidomînin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson jî çend roj berê li Barzanî geriya bû û gotibû, "Divê referandûm bê taloqkirin." Rawestgeheke din a Mattîs wê Tirkiye be.
ÇAVÛŞOGLÛ LI BEXDAYÊ YE
Wekî din, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî îro hat Bexdayê. Tê gotin, Çavûşoglû wê li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokwezîr Ebasdî, Serokê Parlamentê Selîm Cûbûrî û Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Caferî re rûnê. Çavûşoglû, ku di tûrikê wî de "daxwaza betalkirina referandûmê" û "têkoşîna li dijî Kurdan" heye, piştî danûstandinên xwe yên li vê derê wê berê xwe bide Hewlêrê û bi Barzanî re rûnê.
ÇAVÛŞOGLÛ: ÇARENÛSA ME Û YA IRAQÊ YEK E
Çavûşoglû di destpêkê de bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî re axivî. Dûre civîneke çapemeniyê ya hevpar hate lidarxistin û Çavûşoglû li vir xwest, referandûm bê betalkirin. Çavûşoglû got, "Yekparebûna axa Iraqê girîng e. PKK jî weke DAIŞ'ê gefek e. Çarenûsa Tirkiye û ya Iraqê yek e, em li heman erdnîgariyê ne." Çavûşoglû wiha dewam kir: "Em ji Erbîlê hêvî dikin ku biryara referandûmê betal bike. Em dixwazin hemû pirsgirêkên navbera Erbîl û Bexdayê di nava yekparebûna axa Iraqê de çareser bikin. Divê Erbîl di nava yekparebûna axê û sînor de ji mafên xwe sûdê bigire."
ERDOGAN: REFERANDÛM WÊ IRAQÊ PARÇE BIKE
Berevajî îdîayên rayedarên PDK'ê ku dibêjin, "Tirkiye li dijî referandûmê nîne", Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dema ji Urdunê vegeriya bersiv da rojnamevanan û got, "Em rast nabînin. Referandûmeke bi vî rengî tê wateya parçekirina Iraqê. Referandûmeke bi wî rengî ku rêveberiya navendî, parlamenta federal erê nake, mîna karekî beredayî ye. Gaveke ku ji aliyê rêveberiya navendî ve neyê erêkirin, wê tenê rê li ber pirsgirêkan veke. Lewma ev ne tiştekî ku were gotin, 'min kir, bû û çû'."