Li Bestayê bi destê cerdevanan darên sedan salî têne birîn

Li herêma Bestayê ku di navbera Şirnex û Sêrtê de ye, vê carê jî bi destê cerdevanan darên bi sedan salî têne birîn.

Daristanên Bestayê, bi mehan e bênavber têne birîn û wêrankirin. Hate ragihandin ku bi taybetî li qada Sêrê Rê darên bi sedan salî yên berû ji aliyê cerdevanan ve têne birîn. Ji destpêka havînê ve li Bestayê bi sed hezaran dar hatine birîn û şewitandin.

Li gorî dîmenên gihîştin Ajansa Mezopotamyayê (MA), tê dîtin ku cerdevanan darên bi sedan salî birîne.

Li vê herêma ku TIR nikarin xwe bigihînê, dar li traktoran tên barkirin û piştre li qadeke cuda tên komkirin. Li vê qadê jî li TIR'an tên barkirin û wan dibin bajarên cuda.

Ev talan û wêrankirin di bin çavdêriya Midûriyeta Daristanan a Şirnexê ve tê kirin.